Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya gelek nivîskar, helbestvan û rewşenbîran konferansa "Di pêvajoyên aştî û wekheviyê de rola wêje, ziman û rewşenbîran" dest pê kir.
Konferans ji aliyê PENa Navneteweyî, Navenda PENa Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya şaredariyên navçeyên Sûr, Bajarê Nû, Rezan û Peyasê ve hat lidarxistin.
Çalakiya ku li Salona Konferansê ya Alî Emîriyê tê lidarxistin dê du rojan bi rê ve biçe.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, akademîsyen û wêjehez beşdarî bernameyê bûn.
"Wêje di avakirina aştiyê de xwedî rol e"
Serokê PENa Kurd nivîskar Omer Fîdan di vekirina konferansê de axivî û bal kişand ser rola wêjeyê ya di pêvajoyên aştiyê de û got:
"Armanca me ew e ku ev konferans di avakirina aştiyeke bi rûmet de bibe xwedî bandor. Em wekî wêjekar dixwazin bidin zanîn ku em di pêvajoyê de hene û em dê hebin jî.
Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve em dê têkoşîna xwe bidomînin."
Mizgîn Ronak: Di zindanan de wêjekarên mezin hene
Nivîskara Kurd Mizgîn Ronakê jî di axaftina xwe de bal kişand ser nivîskarên di zindanan de û got:
"Di zindanan de wêjekarên mezin hene û gelekî girîng e ku berhemên wan bigihîjin gel. Min pirtûka Bextiyar Elî di girtîgehê de xwendibû ku behsa têkoşîna Apê Cemşîd ê di bin şkenceya rejîma Îraqê de bû dikir.
Di zindanan de gelek Apê Cemşîd hene. Ji bo ku wêjeya Kurdî bigihîje cihê ku heq dike divê em têkoşînê mezin bikin. Pêwîst e em berhemdariyeke di nav yekîtiyê de deynin holê."
Îlhan Samî Çomak: Divê girtî bên berdan
Nivîskar Îlhan Samî Çomak jî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê berdana girtiyan pêwîstiyek e û wiha axivî:
"Pêwîst e mirov bandora desthilatdaran a li ser wêjeyê bişkîne. Gihîştina gel a bi wêjeya bi zimanê dayîkê gelekî girîng e.
Eger armanc ew be ku pêvajo bi ser bikeve divê girtî bên berdan. Kesên ku 32 û 35 sal in di zindanê de ne hene.
Di nav wan de girtiyên nexweş û nivîskar jî hene. Bêyî berdana wan ne mimkin e ku pêvajo bi ser bikeve."
Serra Bucak: Dewlet divê bi zimanê gelan re aştiyê çêbike
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî destnîşan kir ku aştî bi azadiya zimên ve girêdayî ye û anî zimên:
"Pêkhatina aştiyeke ku azadiya zimanê gelan esas nagire ne mimkin e. Divê dewlet bi zimanê gelan re aştiya xwe ava bike.
Divê gelê me bi zimanê xwe yê dayîkê bi serbestî biaxive, stranên xwe bibêje û wêjeya xwe binivîse. Em spasiya wan kesan dikin ku ji bo ziman û çanda vî gelî pêşengtî kirine."
Konferans piştî axaftinên destpêkê bi panela "Di pêvajoyên aştiyê de wêje, ziman û mafên gerdûnî" didome.

.jpg&w=3840&q=75)

