Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara nû ya kovara dîrokê ya sê mehan carekê "Kurt Tarîhi"yê derket pêşberî xwendevanan.
Kovarê di vê hejmara xwe de cih da dosyeyeke berfireh a bi sernavê "Di Sedsaliya Wê de Berxwedana Agiriyê."
Di kovarê de li ser dîrok, wêje û bîranîna dîplomasiyê ya Kurdan lêkolîn û gotarên balkêş ên bi Kurdî û Tirkî hatine weşandin.
Mijara dosyeyê ji bo sedsaliya serhildana ku li Çiyayê Agiriyê û derdora wê pêk hatibû hatiye veqetandin.
Di çarçoveya dosyeyê de kesayetên sereke yên berxwedanê, çapemeniya wê demê, pêşhatên di çarçoveya Komkujiya Geliyê Zîlanê de û bandora wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji aliyê nivîskarên cuda ve hatine vekolîn.
Gotarên di beşa dosyeyê de
Di hejmara nû ya kovarê de gotara Rohat Alakom a bi navê "Şopên Kurdan ên li Swîsreyê ji Cenevreyê heta Lozanê" cih digire.
Gotarên di beşa dosyaya "Di Sedsaliya Wê de Berxwedana Agiriyê" de ev in:
· Mehmet Gultekîn: Di Sedsaliya Wê de Berxwedana Araratê
· Asuman Aslan: Siwariyê Hêja yê Serhildana Agiriyê Emerê Besê
· Konê Reş: Kurdên Rojavayê Kurdistanê û 100 Saliya Şoreşa Araratê
· Ercan Aras: Sedsaliya Serhildana Agiriyê û Lehengê Efsanewî Ferzende Beg
· M. Malmîsanij: Rojnameya Agiriyê
· M. Sadik Varli: Di Çarçoveya Tevkujiya Geliyê Zîlan de Komkujiya Pêrtaxê
· Nîhat Gultekîn: Şahideke Berxwedana Agirî: Zeyneba Keça Eyûb Axa
Nivîsên din ên kovarê
Di beşa nivîsên din ên kovarê de jî du lêkolînên girîng cih digirin. Derya Bayirê beşa duyem a gotara xwe ya bi navê "Gelo li Lozanê maf dan Kurdan?" pêşkêş kiriye.
Sabrî Cîgerlî jî gotareke li ser Mehmet Emîn Bozarslan a bi navê "Mehmet Emîn Bozarslan û bidestxistina meşrûiyeta zimanê Kurdî" nivîsandiye.


.jpg&w=3840&q=75)
