Dusseldorf (Rûdaw) - Heval Îbrahîm piştî demeke dirêj a dûrketina ji ekranan bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê.
Hunermend Heval Îbrahîm behsa sedema jêbirina klîba xwe ya dawî ya li ser YouTubeyê kir û eşkere kir ku hinek şirketan bi rêya hişê çêkirî dengê wî dizîne.
Wî her wiha cara yekem eşkere kir ku ev 2 sal in bi penceşêra xwînê ketiye.
Hunermend Heval Îbrahîm li ser jêbirina klîba xwe ya li ser YouTubeyê anî zimên:
"Ew straneke folklorî ye û ne milkê kesî ye.
Hinceta ku wê şirketê nîşan daye neheqiyeke li hemberî min e."
Wî da zanîn ku çend şirketan bi fêlbazî xwe kiriye xwediyê wan stran û awazên resen ên Kurdî.
Heval Îbrahîm li ser dizîna strana xwe got:
"Dengê min birine û bi rêya hişê çêkirî kirine dengê Hesen Zîrek.
Wan mafê daneriyê (copyright) daniye ser û xwe kirine xwediyê berhemê.
Ew îdia dikin ku peymana wan li gel malbata Hesen Zîrek heye."
Hunermend Heval Îbrahîmê ji Başûrê Kurdistanê ku ev çend sal in li Almanyayê dijî, li ser rewşa tenduristiya xwe agahî dan.
Wî da zanîn ku ev du sal in ew bi penceşêra xwînê ketiye lê niha rewşa wî baş e û tedawiya wî berdewam dike.
Heval Îbrahîm diyar kir ku wî ji bo bipêşxistina huner û karên xwe yên muzîkê sûd ji hişê çêkirî wergirtiye û ji hunermendan xwest ku ew jî di vî warî de fêr bibin û bibin xwedî tecrube.
Projeyên nû û konsera li Kurdistanê
Hunermendê Kurd li ser karên xwe yên paşerojê ragihand ku wî bi şirketa Pilingê re ji bo hilberîna 10 stranan peyman îmze kiriye.
Heval Îbrahîm eşkere kir ku dê çend ji wan stranan bibin klîp û di demeke nêzîk de jî dê duetekê biweşîne.
Heval Îbrahîm li ser lidarxistina konserên li Kurdistanê jî got ku ew ji bo tedawiyê hefteyê 2 rojan li nexweşxaneyê dimîne û heke bijîşkên wî destûrê bidin ew dê vegere Kurdistanê û konseran pêşkêş bike.


.jpg&w=3840&q=75)