Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dibe ku ew bi Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xamineyî re bicive.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser şerê Îranê daxuyaniyên nû dan.
Trump ragihand ku ew dikare bi Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xamineyî re bicive.
"Rewşa Îranê bi lez tê guhertin"
Donald Trump di hevpeyvînekê de qala krîza Îranê kir û li ser pêvajoyê axivî.
Trump da zanîn ku ew dikare bi Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xamineyî re rûne û got:
"Rewşa Îranê bi lez tê guhertin, dê gelekî baş bibe."
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku Mucteba Xamineyî jî tevlî dan û standinan bûye û got, “Tê gotin ku Xamineyî tiştên di hevdîtinan de erê kirine."
"Dibe ku ez pê re bicivim"
Donald Trump îdia kir ku Îranê qebûl kiriye ku êdî nabe xwedî çeka nukleer.
Trump li ser îhtîmala hevdîtina bi Xamineyî re jî got:
"Dibe ku ez di qonaxekê de bi wî re bicivim."
Her wiha Trump destnîşan kir ku dê di demeke kurt de bihayê petrolê dakeve.
"Ez li hemberî Netanyahu hêrs bûm"
Trump di berdewamiya axaftina xwe de, bal kişand ser rewşa Îsraîl û Libnanê.
Trump diyar kir ku şerê domdar ê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu yê li Libnanê wî aciz dike.
Wî qebûl kir ku di dema pêwendiyeke telefonî de ew li hemberî Netanyahu hêrs bûye.
Berî niha medyaya Amerîkayê belav kiribû ku Trump ji ber êrişên Netanyahu yên li Libnanê gelekî hêrs bûye.
Medyayê îdia kiribû ku Trump di axaftineke telefonê de heqaretên giran li Serokwezîrê Îsraîlê kirine.



