Berlîn (Rûdaw) - Endamê Komîsyona Tespîtkirina Rastiyan a ji bo Êzidiyan Profesor Aldo Zammit Borda di hevpeyvîneke taybet a bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku armanca sereke ya komîsyona wan ew e ku civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê piştî bêdengiya 12 salan gavên pratîkî ji bo qerebûkirin û darizandina tawanbaran biavêjin.
Borda her wiha tekez kir ku divê darizandina çekdarên DAIŞê ji "tawana terorê" wekî "tawana jenosîdê" were guhertin.
Profesor Aldo ku li Zanîngeha City St Georgesê ya Londonê mamosteyê hiqûqê ye, diyar kir ku ev komîsyon projeyeke akademîk a navneteweyî ye. Fona Lêkolînên Aborî û Civakî ya Brîtanyayê piştgiriya darayî dide vê projeyê. Zanîngeha Cityê, Zanîngeha Manchesterê û Enstîtuya Lêkolînan a GIGAyê ya li Almanyayê jî di projeyê de beşdar in.
Qîmeta yasayî ya şahidiyan
Profesor Aldo li ser qîmeta yasayî ya şahidiyan got:
"Rizgarbûyên jenosîdê pisporên rasteqîn in, çimkî wan bi kiryarî di nav wan bûyeran de jiyaye. Bi ya min, gotinên wan ji gotinên parêzer û hiqûqnasan pir biqîmettir in. Loma jî guhdarîkirina wan gelekî girîng e."
Wî profesorî da zanîn ku komîsyonê şahidiyên nêzîkî 30 rizgarbûyan hilbijartine. Şahidî ji bo nîşandana şêwazên cuda yên tawanan, temen û zayendên cuda bi awayekî pir baldar hatine destnîşankirin da ku kalîte û hûrgiliya delîlan di asteke bilind de bin.
Parastina derûnî ya qurbaniyan
Profesor Aldo qala rêkarên parastina derûnî ya qurbaniyan kir û eşkere kir:
"Tîmeke taybet a ji 5 şêwirmendên derûnî û civakî pêk tê, bi berdewamî li gel şahidên bûyerê dixebite da ku piştî pêşkêşkirina şahidiyên xwe tûşî trawmayê nebin."
Cudahiya di navbera tawana terorê û jenosîdê de
Wî endamê Komîsyona Tespîtkirina Rastiyan rexne li şêwazê darizandina endamên DAIŞê girt û got:
"Di maweya 12 salên borî de karê pêwîst ji bo qurbaniyan nehatiye kirin. Destê bi hezaran çekdarên DAIŞê di vî tawanî de hebû lê hejmara kesên ku li ser tawana jenosîdê hatine darizandin bi tiliyên destan tên hejmartin."
Profesor Aldo bal kişand ser cudahiya di navbera teror û jenosîdê de û pê de çû:
"Darizandin li ser bingeha terorê hatine kirin lê teror tawana li dijî dewletê û ewlehiya neteweyî ye. Êzidî ne ji ber wê yekê bûn armanc ku gef bûn li ser dewletê, ew tenê ji ber wê yekê bûn armanc ku îdeolojiya DAIŞê wekî kafir li wan dinêrî û dixwest wan tune bike. Loma divê edalet vê tawana tunekirin û jenosîdê nas bike."
Dema derketina rapora dawî
Profesor Aldo Zammit Borda li ser dema temambûna xebatên xwe ji Rûdawê re ragihand ku komîser mijûlî nirxandina şahidiyan in û tê çaverêkirin ku rapora fermî ya komîsyonê di çarêka duyem a sala bê de were weşandin.
Rûdaw: Profesor, bi xêr hatî û gelekî spas ji bo beşdariya te. Werin em bi komîsyonê dest pê bikin: Komek sazî û alî di vê komîsyonê de li hev civiyane, ev sazî û kes kî ne?
Aldo Zammit Borda: Spas. Girîng e em vê yekê zelal bikin ku ev projeyeke lêkolînê ya akademîk e û Fona Lêkolînên Aborî û Civakî ya Brîtanyayê piştgiriya wê ya darayî dike. Ji vî aliyî ve, ji însiyatîfên din ên ku dibe ku dewlet piştgiriyê bidinê cuda ye. Ev projeyeke akademîk e û saziyeke darayî ya akademîk fînanse kiriye. Sê saziyên akademîk ên sereke tê de beşdar in: Zanîngeha min ku Zanîngeha City St George'sê ya Londonê ye, Zanîngeha Manchesterê û Enstîtuya Lêkolînan a GIGAyê ya li Almanyayê.
Rûdaw: Profesor Aldo, gelo şahidiyên rizgarbûyan dikarin bibin xwedî çi qîmeteke yasayî?
Aldo Zammit Borda: Ez hez dikim bibêjim ku rizgarbûyên jenosîdê an şer û nakokiyan pisporên rasteqîn in, çimkî ew kes in ku ji nêzîk ve û bi kiryarî ev yek tecrube kiriye. Bi baweriya min, gotinên wan ji gotinên parêzerên wekî min an her kesekî din pir biqîmettir in. Loma guhdarîkirina qurbanî û rizgarbûyan gelekî girîng e, ji ber ku wan rasterast di nav wê tecrubeyê de jiyaye.
Rûdaw: Komîsyon şahidan çawa ji trawmayê diparêze?
Aldo Zammit Borda: Spas ji bo vê pirsê, ev mijareke gelekî girîng e. Bê guman em dixwazin piştrast bibin ku gotinên qurbanî û şahidan bêyî ku ti zerer bigihe wan werin pêşkêşkirin. Me ji destpêkê heta dawiyê ji bo piştgirîkirina şahidan pêvajoyeke pir hûrgilî meşandiye. Tîmeke me ya ji 5 şêwirmendên derûnî û civakî pêk tê heye ku bi berdewamî bi qurbanî û rizgarbûyan re dicivin: Hem beriya ku bi projeyê re werin nasandin, hem di dema projeyê de û hem jî niha dema ku di komîsyonê de şahidiyê didin.
Lê ez dixwazim tiştekî girîng bibêjim: Mirovên cuda bi awayên cuda nêzîkî trawmayê dibin. Hinek ji wan rizgarbûyên ku me pêwendî bi wan re danî biryar da ku naxwazin li pêşberî xelkê bi eşkereyî qala wê trawmayê bikin, ev jî tiştekî pir asayî ye. Ew kesên wêrek ên ku îro hatine komîsyonê biryar daye ku dixwazin çîrokên wan bigihin cîhanê û bên naskirin, me jî di vê pêvajoyê de piştgirî daye wan.
Rûdaw: Armanca dawî ya komîsyonê çi ye? Naskirina fermî, tomarkirineke dîrokî, qerebûkirin, an piştgirîkirina darizandinên di paşerojê de?
Aldo Zammit Borda: Dîsa spas, pirseke pir girîng e. Bê guman em hemû qebûl dikin ku xelkê Êzidî li ser destê DAIŞê rastî jenosîdê hatiye, ev yek ji aliyê Îraqê, gelek welatên cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û aliyên din ve hatiye naskirin. Digel vê yekê jî, wekî em dizanin di maweya 12 salên piştî wê jenosîdê de karê pêwîst nehatiye kirin. Li Almanya û deverên din çend doz hatin dîtin lê ev gelekî kêm in.
Em dixwazin dewlet peyva 'jenosîd'ê bi cidî wergirin û erkên xwe yên di çarçoveya Peymana Jenosîdê de bi cih bînin. Her wiha ne tenê cezakirina kiryarên vê jenosîdê, di heman demê de divê rê li ber jenosîd, hovîtî û tawanên di paşerojê de yên li dijî vê hindikahiya olî ya bêparastin jî were girtin.
Rûdaw: Hûn li bendê ne ku kîjan sazî, hikûmet, Neteweyên Yekbûyî an Dadgeha Tawanan a Navneteweyî rapora komîsyonê wergirin? Hûn dixwazin ew çi bikin?
Aldo Zammit Borda: Jenosîd pirsgirêkeke wisa mezin e ku bi tenê saziyek nikare çareser bike. Pêdivî bi xebateke hevaheng a hejmareke aliyan heye, hem dewlet û hem jî rêxistinên navneteweyî. Em dixwazin dewlet û rêxistinên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî û heta rêxistinên herêmî yên wekî Yekîtiya Ewropayê, naskirina jenosîda li dijî Êzidiyan bi cidî bigirin û di vê komîsyonê de bi baldarî guh bidin gotinên qurbanî û rizgarbûyan û bibêjin ku ew dê di vê derbarê de gavan biavêjin.
Tiştê ku ew dikarin bikin dikare bi şêweyên cuda be: Dibe ku bi rengê qerebûkirinê be. Wekî me îro li navçeyê bihîst, pêdivî bi jinûveavakirinê heye, avakirina civakê. Bê guman pêdiviyeke pir mezin bi edaletê heye, çimkî em dizanin ku destê bi hezaran çekdarên DAIŞê di vê jenosîdê de hebûye. Tevî vê yekê jî heke tu îro li wan kesên ku li ser tawana jenosîdê hatine darizandin binêrî, tu dikarî wan bi tiliyên destan bihejmirî.
Bê guman darizandinên me yên li ser tawana terorê çêbûne lê teror tawaneke bi temamî cuda ye. Teror tawanek e ku bandorê li dewlet û ewlehiya dewletê dike. Tiştê ku Êzidî dixwazin pir eşkere ye: Êzidî ne ji ber wê yekê bûn armanc ku gef bûn li ser dewletê, ew ji ber wê yekê bûn armanc çimkî îdeolojiyê wekî bêbawer li wan dinêrî, wekî ku digotin 'şeytanperest in'. Wê îdeolojiyê dixwest wan tune bike. Em jî dixwazin ku edalet vê îdeolojiya wêranker û tuneker qebûl bike; jenosîd bi xwe ev e.
Rûdaw: Profesor Aldo, li gorî van sê rojan dê çend şahîdiyên we hebin?
Aldo Zammit Borda: Ez hez dikim bibêjim ku ev yek bêtir bi kalîteyê ve girêdayî ye ne bi hejmarê. Hejmara şahidiyan kêm e, ev jî ji ber wê yekê ye ku wekî min got ev projeyeke akademîk e û ew bûdce û pereyê ku di destê dewletan de heye ji bo avakirina komîsyoneke mezin, di destê me de tune. Loma hejmar dê derdora 30 şahidiyan be. Ango asta wê biçûk e lê me şahidî bi vî awayî hilbijartine ku nîşan bidin ka çawa cureyên cuda yên tawanan, tecrubeyên cuda, zayendên cuda û temenên cuda hene. Ev yek qet nebe wêneyekî ji aliyên curbicur ên vê jenosîdê ji perspektîfên cuda dixe ber çavan. Ango kalîte, ne mêwer. Lê ez hêvî dikim ku bînerên we di rojên pêş de jî şopandina vê komîsyonê bidomînin.
Rûdaw: Gelo hûn dê hemû wan zanyariyên di şahidiyan de hatine di rapora xwe de biweşînin? Çimkî dibe ku hinek agahiyên hestiyar hebin ku di vê demê de ji aliyê siyasî ve ji bo raya giştî ne guncav bin?
Aldo Zammit Borda: Spas ji bo vê pirsê. Bê guman wekî komîsyoneke tespîtkirina rastiyan, şefafiyet û vekirîbûn nirxekî pir girîng e. Komîsyon dê raporekê biweşîne, raporeke ku ji aliyê wan komîserên we îro dîtine ve were nivîsandin û dariştin, ew e ya ku dê ji bo raya giştî were belavkirin. Bê guman di raporê de gelek ji wan gotinên ku şahidên bûyerê dane dê hebin lê em ê deqa temam a gotinan wekî xwe neweşînin, belkî em dê wê raporê biweşînin ku komîser piştî nirxandina hemû şahidiyan û biryardana li ser wê yekê ka kîjan beş pêwîst e bikeve nav raporê, amade dikin.
Rûdaw: Pirsa dawî Profesor Aldo: Dê rapor kengî were weşandin?
Aldo Zammit Borda: Em hêvîdar in ku di demek nêzîk de vê raporê biweşînin; mebesta me çarêka duyem a sala bê ye. Loma em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de rapor derkeve. Werin em rû bi rûyî heqîqetan bibin: Her kes dizane çi hat serê Êzidiyan, em ne yekem komîsyon in ku eşkere dikin ew rastî jenosîdê hatine. Armanca vê komîsyonê û armanca vê raporê ne ew e ku tiştekî ku em berê pê dizanin ji me re bibêje, belkî armanca vê raporê ew e ku hikûmet û saziyên cuda qanih bike da ku niha gavê bavêjin, li wan derên ku di maweya 12 salên borî de ti gav neavêtine.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo dema te.
Aldo Zammit Borda: Spas, spas ji bo girîngîpêdana we ya bi vê mijarê re, spas.



