Berlîn (Rûdaw) - Parêzvana Mafên Mirovan û Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Oleksandra Matviichukê di hevpeyvîneke taybet a bi Rûdawê re ragihand ku tenê nîşandana hevxemiyê ji bo Êzidiyan têrê nake.
Wê got ku divê hikûmet ji bo darizandina tawanbaran bi kiryarî bixebitin.
Matviichukê rexne li bêçarebûna pergala Neteweyên Yekbûyî ya di parastina mirovan de girt û hişyarî da ku nefilitîna çekdarên DAIŞê ji cezayê, dê bibe sedema ducarebûna komkujiyan li deverên din ên cîhanê.
"Hikûmet komkujiyê nas dikin lê gavan naavêjin"
Matviichuk ku li Berlînê wekî dadwer beşdarî Komîteya Navneteweyî ya Lêkolîna Rastiyan a ji bo Êzidiyan bûye, qala sedema beşdarbûna xwe kir û got:
"Ez parêzvana mafên mirovan im û di şerê ku Rûsyayê li dijî welatê min Ukraynayê daye destpêkirin de tawanên şer tomar dikim.
Ji ber wê ez êşa mirovan pir baş fêm dikim û li ser milê xwe berpirsiyariyeke mezin dibînim ku ji bo gihîştina bi edaletê alîkariya civaka Êzidî bikim."
Oleksandrayê amaje bi wê yekê kir ku komîte raporeke hûrgilî û komek pêşniyarên polîtîk amade dike da ku pêşkêşî civaka navneteweyî bike. Wê her wiha rexne li helwesta dewletan girt û pê de çû:
"Niha em di rewşeke pir ecêb de ne. Beşek ji hikûmetan jenosîda gelê Êzidî nas dikin lê ji bo ku ew bigihin edaletê tiştekî nakin."
Têkçûna pergala Neteweyên Yekbûyî û hêza mirovan
Wê parêzvana Ukraynî qala kêmasiyên pergala navneteweyî kir û zelal kir ku pergala aştî û ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî nikare xelkê ji desthilatên dîktator û şer biparêze, her wiha şiyana wê nîne ku edaletê jî dabîn bike.
Matviichukê li ser vê xalê got:
"Dema ku tu nikaribî xwe bispêrî pergala aştî û ewlehiyê ya navneteweyî yan mekanîzmayên yasayî, tu her tim dikarî xwe bispêrî mirovan. Ji ber vê yekê komîteyeke bi vî rengî ku ji aliyê civaka sivîl ve hatiye organîzekirin gelekî bingehîn û girîng e da ku rê li ber jibîrkirina doza Êzidiyan û qurbaniyan were girtin."
Şibandina tawanên DAIŞê bi şerê Rûsyayê yê li Ukraynayê re
Li ser pirsa têkildarî wekheviyên di navbera tawanên DAIŞê û şerê niha yê li Ukraynayê, Matviichukê anî zimên ku şerê Rûsyayê yê li dijî welatê wê xisûsiyeteke jenosîdê dihewîne, ji ber ku serokê Rûsyayê hebûna netewe, ziman û çanda Ukraynayê red dike.
Wê her wiha domand:
"Ev 12 sal in em belgeyan kom dikin ku çawa ev gotin li herêmên dagirkirî bûne kiryarên hovane. Rûsyayê ji sedî 20ê axa Ukraynayê dagir kiriye. Niha bi deh hezaran zarokên Ukraynî ji malbatên wan hatine veqetandin û birine kampên 'perwerdekirinê' yên li Rûsyayê. Li wir ji wan re tê gotin ku hûn Rûs in. Ev hewldaneke pir xeternak e ji bo jêbirina temamî ya nasnameya neteweyekê."
Pêwîstiya darizandina çekdarên DAIŞê
Oleksandra Matviichukê di dawiya hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re tekez kir ku nabe dosyeya tawanên DAIŞê bêyî darizandineke rasteqîn bi dawî bibe û hişyarî da:
"Divê lêpirsîn li ser tawanên DAIŞê bê kirin. Eger dawî li bêcezabûnê neyê anîn, dê bibe teşwîqek da ku di paşerojê de heman ev tirs û hovîtî li welatekî din jî ducare bibe."
Rûdaw: Gelekî spas ji bo tevlîbûna te. Werin em bi rola te ya di vê komîteyê de dest pê bikin: Te çima biryar da ku beşdarî vê komîteya tespîtkirina rastiyan bibî û guhdariya şahidan bikî?
Oleksandra Matviichuk: Ez hest bi berpirsiyariyeke mezin dikim ku beşek im ji vê komîteya navneteweyî ya tespîtkirina rastiyan. Ez parêzvana mafên mirovan im û di vî şerê ku Rûsyayê li dijî welatê min Ukraynayê daye destpêkirin de tawanên şer tomar dikim. Loma ez pir baş dizanim êşa mirov çi ye û min biryar da ku beşdar bibim û di lêgerîna edaletê de alîkariya civaka Êzidî bikim.
Rûdaw: Di vegotinên kesên rizgarbûyî de, çi tişt ji her tiştî zêdetir bi hêz deng vedide?
Oleksandra Matviichuk: Wêrekî û bihêzbûna mirovan. Asta xirabî û neyartiya ku wan tecrube kiriye nayê bawerkirin. Ji ber vê yekê wêrekî û xurtbûna wan kesên ku biryar daye qala tecrubeyên xwe bikin, hêjayî pesn û rêzê ye.
Rûdaw: Oleksandra, gelo komîteyên tespîtkirina rastiyan dikarin di nebûna dadgehan de edaletê pêk bînin?
Oleksandra Matviichuk: Komîteya tespîtkirina rastiyan bi tenê serê xwe nikare edaletê pêk bîne lê dikare bibe gaveke pir bingehîn ji bo bidestxistina edaletê. Ji ber ku em di encama van rûniştinan de li ser amadekirina raporekê û çend pêşniyarên polîtîk dixebitin. Pişt re em dikarin van pêşniyaran wekî bingehekê bi kar bînin da ku civaka navneteweyî û hikûmetan qanih bikin bê ka çi divê were kirin, heta ku bi derengî ketibe jî.
Rûdaw: Piştî bihîstina van şahîdiyan, divê hikûmet çi bikin?
Oleksandra Matviichuk: Me hîn pêşniyarên xwe radest nekirine lê tiştê ku ji destpêkê ve ji bo min zelal e ew e ku tenê nîşandana hevxemiyê têrê nake. Niha em di rewşeke pir ecêb de ne: Herî kêm beşek ji hikûmetan jenosîda gelê Êzidî nas dikin lê ji bo gihîştina wan a bi edaletê tiştekî nakin.
Rûdaw: Li gorî tecrubeya te ya bi saziyên navneteweyî re, civaka navneteweyî dikare çawa rê li ber jibîrkirina qurbaniyan bigire?
Oleksandra Matviichuk: Bersivdana vê pirsê ne hêsan e ji ber ku em Ukraynî jî di heman rewşê de ne. Em di cîhanekê de dijîn ku pergala aştî û ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî nikare xelkê ji desthilatên dîktator û şer biparêze û nikare edaletê jî dabîn bike. Tiştê ku ez ji tecrubeya xwe dizanim ev e: Dema ku tu nikaribî xwe bispêrî pergala navneteweyî ya aştî û ewlehiyê yan hin mekanîzmayên yasayî, tu her tim dikarî xwe bispêrî mirovan. Ji ber vê sedemê hewldana avakirina komîteyeke bi vî rengî ya ji bo tespîtkirina rastiyan gelekî bingehîn û girîng e.
Rûdaw: Gelo di navbera jenosîda Êzidiyan û wan tawanên ku niha li Ukraynayê tên kirin de tu wekheviyekê dibînî?
Oleksandra Matviichuk: Ez naxwazim berawird bikim ji ber ku jiyana her mirovekî girîng e lê dema ku em qala şerê êrişkar ê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê dikin, xisûsiyeteke wî ya jenosîdî heye. Pûtîn bi eşkereyî dibêje: 'Neteweyek bi navê Ukrayna tune, zimanek bi navê zimanê Ukraynî tune û çandek bi navê çanda Ukraynayê tune.' Ev 12 sal in em belgeyan berhev dikin ka ev gotin çawa li herêmên dagirkirî bûne kiryarên hovane, ji ber ku Rûsyayê ji sedî 20ê axa Ukraynayê dagir kiriye. Belê, em jî di rewşeke wisa de ne ku bi deh hezaran zarokên Ukraynî ji malbatên wan hatine veqetandin û birine kampên 'perwerdekirinê' yên li Rûsyayê. Ji wan re tê gotin: 'Hûn ne Ukraynî ne, hûn zarokên Rûs in, dê û bavên we dev ji we berdaye û malbatên Rûs dê we xwedî bikin da ku we wekî Rûs perwerde bikin.'
Rûdaw: Pirsa min a dawî Oleksandra: Gelo tu bawer dikî ku hîn jî dibe ku lêpirsîn li ser tawanên DAIŞê were kirin?
Oleksandra Matviichuk: Divê em vê bikin, pêwîst e em bikin. Çimkî em nikarin vê çîrokê bêyî dadwerî bi dawî bînin. Heke em wisa nekin, dê bibe teşwîqek da ku di paşerojê de ev tevahiya tirs û hovîtiyê li welatekî din jî ducare bibe. Divê dawî li nefilitîna ji cezayê were anîn. Ez hêvîdar im ku hewldanên min ên kesane jî bibin parçeyek ji bidestxistina vê armanca gelekî girîng.
Rûdaw: Gelekî spas ji bo dema te. Tu dê niha vegerî ba komîserên din da ku guhdariya şahîdiyên zêdetir ên şahidan bikî. Gelekî spas Oleksandra.
Oleksandra Matviichuk: Spas ji bo vexwendina we.



