Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya rojnameya New York Timesê, Saziya Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) di dema lêkolîna li ser çarenivîsa pîlotê Îsraîlî Ron Arad de ku sala 1986an li Libnanê winda bûbû, sala 2006an generalê berê yê Îranî Elî Riza Asgarî li Stenbolê revandiye.
Tê îdiakirin ku Asgarî li ser keştiyekê hatiye lêpirsînkirin, pişt re hatiye kuştin û termê wî avêtine Deryaya Reş.
Her wiha hat diyarkirin ku Mossadê sala 2021ê kesekî din ê Îranî yê bi navê Ebdulah Sebrî jî li Şamê revandiye.
Xebatên îstixbaratê yên ku Îsraîlê bi dehan salan ji bo zanîna çarenivîsa pîlotê xwe yê winda Ron Arad meşandine, bi operasyonên li dijî birêvebirên berê yên leşkerî yên Îranê ketin rojevê.
New York Timesê nûçeya xwe dispêre birêvebirên berê yên Amerîkî û Îsraîlî û da zanîn ku Mossadê ji bo lêkolîna li ser wan agahiyan ku digotin Arad li Îranê tê girtin, du rayedarên leşkerî yên Îranî revandine.
Generalê Îranî li Stenbolê hat revandin
Li gorî nûçeya rojnameyê, operasyona yekem 2006an li Stenbolê hat kirin.
Generalê berê yê Îranî Elî Riza Asgarî hat revandin, lêpirsîna wî hat kirin û pişt re hat kuştin.
Asgarî yek ji birêvebirê leşkerî yê payebilind yê Îranê bû.
Ew di nav Artêşa Pasdaran a Îranê de xebitîbû û piştre wekî kesekî ku pêwendiya wî bi çalakiyên Îranê yên li Libnanê re hebû derketibû pêş.
Di nûçeyê de hat îdiakirin ku piştî revandina Asgarî ya li Stenbolê, ew birine ser keştiyekê û li wir lêpirsîn lê hatiye kirin.
Li gorî îdiayê, Asgarî piştî pêvajoya lêpirsînê hatiye kuştin û termê wî avêtine Deryaya Reş.
Hat diyarkirin ku hûrgiliyên li ser çarenivîsa Asgarî xwe dispêrin wan agahiyan ku hevjîna wî ji birêvebirên Îranî wergirtine.
Hevjîna Asgarî da zanîn ku li gorî agahiyên ku dane wê, ew bawer dike ku hevjînê wê hatiye kuştin.
Lê belê ev îdia di nûçeyê de wekî agahiyên ku ji aliyekî serbixwe ve hatine piştrastkirin nehatin pêşkêşkirin.
Li Şamê operasyona duyem a revandinê
Operasyonên Mossadê yên li hemberî kesên Îranî tenê bi sala 2006an sînordar neman.
Li gorî nûçeya New York Timesê, îstixbarata Îsraîlê 2021ê kesekî din ê Îranî yê bi navê Ebdulah Sebrî li Şama paytexta Sûriyeyê revand.
Hat diyarkirin ku piştî revandina Sebrî lêpirsîn lê hatiye kirin û pişt re hatiye berdan.
Di nûçeyê de hat gotin ku Sebrî şandine bajarê Johannesburgê yê Afrîkaya Başûr.
Hat destnîşankirin ku ev operasyon di çarçoveya xebatên Mossadê yên li ser kesên pêwendîdarî Îranê de hatiye kirin da ku li ser çarenivîsa Arad agahiyan bi dest bixin.
Ron Arad 1986an li Libnanê winda bû
Pîlotê Îsraîlî Ron Arad 1986an di dema operasyoneke li Libnanê de piştî ketina balafira xwe dîl ketibû.
Arad pîlotekî hêzên asmanî yên artêşa Îsraîlê bû. Piştî ketina balafirê ew ji aliyê komên çekdar ên Libnanî ve hat girtin û pişt re ti agahî jê nehat wergirtin.
Îsraîlê bi salan xebatên îstixbaratê meşandin da ku çarenivîsa Arad hîn bibe.
Di nirxandinên Îsraîlê de ev mijar demeke dirêj bû cihê nîqaşê ka gelo Arad li Libnanê yan li Îranê tê girtin an jî birine welatekî din.
Îhtimala ku Arad li Îranê tê girtin bû sedemeke girîng a xebatên Îsraîlê yên li hemberî kesên leşkerî û îstixbaratî yên girêdayî Îranê.
Lê bi salan re baweriya bi wan agahiyên îstixbaratî yên vê îhtimalê diparêzin ket ber pirsyaran.
Serokê berê yê Shin Betê agahiya li ser Îranê xist bin gumanê
Di nûçeya New York Timesê de hat destnîşankirin ku nêrîna Îsraîlê ya ku digot Arad li Îranê ye pişt re ketiye ber gumanan.
Serokê berê yê Dezgeha Îstixbarata Navxwe ya Îsraîlê (Shin Bet) Yuval Diskin di nirxandina xwe ya 2006an de gihîştibû wê encamê ku îdiayên girtina Arad a li Îranê li ser bingeha agahiyên şaş ên îstixbaratî ne.
Ev nirxandin bû sedem ku yek ji hîmên bingehîn ên lêkolînên bi salan ên Îsraîlê bibe cihê nîqaşê.
Her wiha rayedarê berê yê yekîneya leşkerên winda ya artêşa Îsraîlê Avi Kalo nirxand ku dibe Ron Arad sala 1988an li devera Nebî Şît a Libnanê miribe.
Li Libnanê xebatên nû yên lêgerînê
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îsraîl ji bo ronîkirina çarenivîsa Arad li Libnanê xebatên nû yên lêgerînê dimeşîne.
Tê diyarkirin ku piştî windabûna kesekî bi navê Ehmed Şukir a di Kanûna Pêşîn a 2025an de, Îsraîlê li herêmê operasyon pêk aniye.
Li gorî nûçeyê, hêzên Îsraîlê ji bo dîtina bermahiyên termê Arad li goristanekê lêgerîn kir lê di xebatan de ti bermahî nehatin dîtin.
Ev xebat nîşan didin ku hewlên Îsraîlê yên ji bo bidestxistina agahiyên li ser pîlotê winda hîn jî dewam dikin.



