New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de got, "Divê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya wan saziyên destûrî bên çareserkirin."
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric li ser biryarên Bexdayê ji Rûdawê re axivî.
Stephane Dujarric got, "Wekî her tim, deriyê navbeynkariyê yê Sekreterê Giştî her tim vekirî ye, eger her du aliyên pêwendîdar vê bixwazin."
Dujarric her wiha ragihand, "Lê bi ya min tiştê ku di çarçoveya Îraqê de girîng e ev e ku nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi rêya wan saziyên destûrî bên çareserkirin ên ku niha hene."
Pirsa Rûdawê û bersiva Stephane Dujarric
Rûdaw: Aloziyên li Îraqê zêde dibin û hêz di rewşa amadehiya herî bilind de ne, piştî ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ferman da hêzên federal ku dest deynin ser wan deriyên sînorî û qadên petrolê yên di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Serkirdeyên Kurd dibêjin ew pêbendî wê fermanê nabin, çimkî ew wê wekî biryareke nedestûrî û pêngavekê dibînin ku armanca wê di pratîkê de rûxandina xwebirêvebiriya Herêmê ye. Niha ku UNAMI hatiye girtin, gelo Sekreterê Giştî di vê rewşê de pêşniyara navbeynkariyê dike?
Stephane Dujarric: Binêre, wekî her tim, deriyê navbeynkariyê yê Sekreterê Giştî her tim vekirî ye, eger her du aliyên pêwendîdar vê bixwazin. Lê bi ya min tiştê ku di çarçoveya Îraqê de girîng e ev e ku nakokiyên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal de bi rêya wan saziyên destûrî bên çareserkirin ên ku niha hene.



