کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Deryaya Reş bûye rêya herî kujer: Şandina genim ji sedî 63 kêm bûye

Namo Ebdullah

Namo Ebdullah

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Namo Ebdullah
Namo Ebdullah24-11-2026

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Nûçeyên Têkildar

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan
Cîhan23-11-2026

Bi sedan dibistanên Almanya û Danîmarkayê bûn armanca gefên bombeyan

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin
Cîhan23-11-2026

Marco Rubio û Al Sanî li Washingtonê dicivin

Li Endonezyayê di kargeha şîrîniyê de şewat: 24 kes mirin
Cîhan23-11-2026

Li Endonezyayê di kargeha şîrîniyê de şewat: 24 kes mirin

New York (Rûdaw) - Dibe ku hûn bifikirin ku ev derbasgeha avî ya teng Tengava Hurmizê rêya herî kujer a keştiwaniyê ya cîhanê ye lê hûn şaş in.

Ji bo ku hûn bigihîjin rêya herî kujer, divê hûn nêzîkî 3 hezar kîlometreyan ber bi bakurê rojava ve biçin.

Li wir, li Deryaya Reş e û bi milyonan kes ji bo xwarinê pişta xwe pê ve girê didin.

Birêvebirê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) Luke Lindberg rewşa li Deryaya Reş wiha şîrove kir:

"Ev di sala 2026an de rêya herî kujer a deryayî ye, zêdetirî 300 êriş hatine tomarkirin û herî kêm 40 kes hatine kuştin."

Ev keştî petrolê venaguhêzin. Ew nan vediguhêzin ku têra 44 milyon kesî dike.

Lê belê îro WFP dibêje hat û çûna keştiyên genim û garis ên di vê tengavê re ji sedî 63 kêm bûye.

Pêşniyara WFPyê ji bo krîza Deryaya Reş

Li vir li Konseya Ewlehiyê, Birêvebirê WFPyê ji bo vê krîzê çareseriyeke demkî pêşniyar kir û got:

"Bernameya Xwarinê ya Cîhanî amade ye ku ji bo veguhestina mirovî ya genim hêsankariyan bike, hem ji Rûsyayê û hem jî ji Ukraynayê.

Her wiha amade ye piştgiriyê bide hewlên ku ji bo gihîştina lihevkirineke hevbeş di navbera aliyên sereke de tên dayîn.

Ji bo vê yekê pêwîstî bi mekanîzmayeke zelal a hevahengiyê heye.

Pêwîstiya me bi pêngavên kiryarî û bilez heye ji bo ku xwarin careke din bi tevgerê bikeve, bi rêya mekanîzmayeke bi temamî mirovî."

Rûsya û Ukrayna êrişî keştiyan dikin

Baş e, li vir kî êrişî keştiyan dike?

Her du alî. Rûsya wan keştiyan dike armanc ku dexlûdanê Ukraynayê vediguhêzin, Ukrayna jî wan keştiyan dike armanc ku berhemên Rûsyayê di wan de ne.

Helwesta Rûsya, Ukrayna û Çînê

Rûdawê ji Nûnera Rûsyayê pirsî ka gelo Moskow bi pêşniyara Bernameya Xwarinê ya Cîhanî razî ye yan na.

Nûnera Rûsyayê ya li Neteweyên Yekbûyî Anna Yevstigneyevayê ji Rûdawê re wiha bersiv da:

"Me berê di gotara xwe ya li encûmenê de bersiva pirsa li ser egera peymaneke din a genim dabû.

Em ti peymaneke nû ya genim qebûl nakin ku di pratîkê de ji bilî plana guhertina xwarina Ukraynayê bi çekên Rojavayî ne tiştek be."

Nûnerê Ukraynayê bersiva pêşniyara Bernameya Xwarinê ya Cîhanî neda.

Nûnerê Ukraynayê yê li Neteweyên Yekbûyî Volodymyr Pavlichenko got:

"Ukrayna ti carî li pêşiya aştiyê nebûye asteng.

Pêdiviya me bi aştiyê heye lê aştiyeke berfireh, dadperwerane û mayînde."

Nûnerê Çînê Fu Kong ji Rûdawê re ragihand ku wan hûrgiliyên pêşniyarê nedîtine lê wekî prensîp ew piştgiriyê didinê û got:

"Me ew pêşniyar wekî xwe nedîtiye. Pêwîst e em li ser wê hûrgiliyên zêdetir bizanin lê wekî prensîp bê guman em hêvîdar in ku rê bê dayîn genim, gubre, petrol û gaz bi hêsanî ji Deryaya Reş derkevin."

Civîneke din a Konseya Ewlehiyê ya li ser şerê Ukraynayê bi dawî tê lê hîn jî dawiya şer ne diyar e û şer dikeve zivistana xwe ya şeşem.

Pirsên