Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio dê bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî re bicive.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, her 2 berpirs dê îro li Washingtonê bên ba hev.
Navbeynkariya Qeterê û têkiliyên stratejîk
Hewlên navbeynkariyê yên Qeterê yên di dan û standinên Amerîka û Îranê de dê yek ji xalên sereke yên rojeva civînê bin.
Her wiha tê çaverêkirin ku têkiliyên stratejîk ên di navbera Qeter û Amerîkayê de jî bên gotûbêjkirin.
Qeter ji bo kêmkirina aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û peydakirina çareseriyeke dîplomatîk di dan û standinên navbera aliyan de navbeynkariyê dike.
Hevdîtina bi Trump û Vance re
Al Sanî beriya nêzîkî 2 hefteyan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Alîkarê Serok JD Vance re jî civiyabû.
Di wê civînê de di serî de dan û standinên Amerîka û Îranê, geşedanên têkildarî Îranê hatibûn gotûbêjkirin.
Trump piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wî û Al Sanî gelek mijarên têkildarî Îranê nirxandine.



