Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanya û Danîmarkayê bi sedan dibistan bûn armanca îxbarên bombeyan ên ku bi rêya e-mailê hatin şandin.
Li ser van gefên ku bandor li bi hezaran xwendekaran kir, tîmên polîsan ketin tevgerê.
Di wan e-mailên gefxwarinê de ti sedem nehat diyarkirin lê gefa kuştinê li xwendekar û xebatkarên dibistanan hat xwarin.
Li Almanyayê nêzîkî 450 dibistan bûn armanc
Li Almanyayê danê sibehê ji nêzîkî 450 dibistanan re e-mailên gefxwarinê hatin şandin.
Hat ragihandin ku di sernavê mijara peyaman de îfadeya "Mirin li benda we ye" hatiye bikaranîn.
Polîsê Freiburgê piştrast kir ku ew ji gefan agahdar e û ragihand ku lêpirsîneke bilez hatiye destpêkirin.
Li gorî nûçeya Reutersê, Polîsê Almanyayê diyar kir ku di hemû e-mailên hatine şandin de heman peyam heye.
Polîsê Thuringenê jî peyam di çarçoveya têkdana pergala giştî de xistin ber lêkolînê.
Hat ragihandin ku rayedaran di nirxandina destpêkê de bawerî bi gefan neaniye û pêşniyar li hinek dibistanan kiriye ku avahiyan vala nekin.
Tevî vê yekê jî hinek mamosteyan ji bo tedbîrê xwendekar şandin malên wan.
Her wiha hat tomarkirin ku tîmên polîsan sewqî hinek dibistanên valakirî hatin kirin.
Li Danîmarkayê jî bandor li gelek dibistanan bû
Li Danîmarkayê jî li seranserê welêt gelek dibistan rastî gefên bi heman rengî hatin.
Polîsê xwecihî ragihand ku gefan bandor li gelek dibistanan kiriye û bangî xelkê kir ku aram bimîne.
Hat ragihandin ku polîs yek bi yek midaxeleyî her gefê nake lê eger tiştên biguman bên tesbîtkirin, dê lêkolîneke berfirehtir bê kirin.
Li Ewropayê pêla gefên bombeyan
Ev gefên dawî piştî bûyerên bi vî rengî yên van hefteyên dawî yên li seranserê Ewropayê hatin.
Vê mehê li Îtalyayê jî ji bi hezaran dibistanan re e-mailên gefên bombeyan hatibûn şandin.
Serê meha Çiriya Paşîn jî li seranserê Ewropayê ji ber îxbarên bombeyan ên li dijî gelek geştên asmanî, di trafîka asmanî de astengî derketibûn.
Li welatên Ewropayê li ser gefên ku li pey hev tên kirin lêpirsînên ewlehiyê berdewam dikin.



