Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Kemerovoyê ya Rûsyayê balafireke barhilgir a leşkerî ket û hat ragihandin ku di qezayê de 17 kes mirine.
“Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê dixebitin”
Parêzgarê Herêma Kemerovoyê ya Rûsyayê Îlya Seredyuk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:
“Li nêzîkî gundê Yagunovoyê qezaya balafirê çêbû. Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê dixebitin.”
“17 kesên di balafirê de mirine”
Di nûçeyên medyaya Rûsyayê de hat îdiakirin ku balafira An-12yê li herêma Kemerovoyê ketiye û 17 kesên di balafirê de mirine.
Gundê Yagunovoyê li nêzîkî Balafirgeha Kemerovoyê ye.



