Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna 12 salan a bi ser komkujiya Kurdên Êzidî ya li Şingalê re, hejmarek ji rizgarbûyên wê komkujiyê li Berlîna paytexta Almanyayê, li ber komîteyeke bilind a navneteweyî ya "Lêgerîna Rastiyê", şahidî kir.
Wan li ser tawanên kuştin, şkence, destdirêjî û kolekirinê yên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve şahidiya xwe pêşkêş kir.
Di çalakiyeke sêrojî ya li Berlînê de, nêzîkî 30 rizgarbûyên Kurdên Êzidî li ser wan tawanên hovane yên sala 2014an şahidiyê didin ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Îraq û Sûriyeyê rû bi rûyî wan bûne.
Ev înîsiyatîv ji aliyê rêxistinên civaka sivîl ve û bi piştgiriya darayî ya hikûmeta Brîtanyayê hatiye lidarxistin.
Armanca wê jî ew e ku li ser asta tawanan raporeke berfireh were amadekirin.
Heft dadwer û pisporên navneteweyî li gel parlamenterên Almanya û Brîtanyayê wan şahidiyan dinirxînin.
Komîsera Berê ya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2026an Navanethem Pillay jî di nav wan pisporan de cih digire.
Seroka Komîteya Dadweran Helena Kennedyê di rûniştinê de got:
"Di maweyê 12 salên borî de li ser tawanan ti lêpirsîneke bingehîn nehatiye kirin.
Destdirêjî û kolekirina jin û keçên Êzidî yek ji mezintirîn şermezariyên du dehsalên borî ye."
Kennedyyê her wiha ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku ji bo darizandina tawanbarên vî jenosîdê dadgeheke navneteweyî ya taybet ava bike.
Çîroka tawanên gundê Koçoyê û bazara Mûsilê
Di rûniştinan de Nejla Metûya 39 salî ya rizgarbûyî, çîroka êrişa DAIŞê ya li ser gundê Koçoyê ya 15ê Tebaxa 2014an vegot.
Wê qal kir ku çawa bav û birayê wê ji ber ola wan hatine kuştin û got:
"Wan mêr kuştin û ez birim bajarê Mûsilê. Li wir wekî kel û pelan li min nihêrîn, ez kontrol kirim û ez firotim çekdarekî DAIŞê.
Piştî hewleke revê, ez rastî destdirêjiyê hatim û ducare hatim firotin.
Ez hêvî dikim rojek were tawanbar di dadgehê de rû bi rûyî cezayê xwe bibin."
Di heman demê de şahideke din a Êzidî Sena Nemetê hişyarî da ku "komkujiya gelê me hîn jî didome."
Wê bal kişand ser wê yekê ku heta niha jî çarenivîsa zêdetirî 2 hezar jin û zarokên revandî yên Êzidî ne diyar e.
Di êrişa çekdarên DAIŞê ya Tebaxa 2014an a li ser Şingalê de, nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin û zêdetirî 6 hezar û 400 kesên din jî hatin revandin û kolekirin.
Pêvajoya darizandinê xav dimeşe
Her çend parlamentoyên Almanya û Brîtanyayê û lêkolerên Neteweyên Yekbûyî tawanên DAIŞê wekî "Komkujî" nas kiribin jî pêvajoya darizandina tawanbaran gelekî xav e.
Piraniya wan çekdarên DAIŞê yên ku li Îraqê tên darizandin tenê li gorî xala 4an a terorê tên cezakirin, ne bi tawana komkujiyê.
Ev darizandin di demekê de ye ku li Almanyayê zêdetirî 230 hezar Kurdên Êzidî dijîn.
Her wiha Tîma Lêkolînê ya Navneteweyî ya Tawanên DAIŞê (UNITAD) sala 2024an xebatên xwe yên li Îraqê rawestandibû.
Vê yekê jî hişt ku rizgarbûyî serî li komîte û dadgehên navneteweyî bidin da ku dosyeya wan zindî bimîne.



