Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraq û Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku dan û standinên rasterast ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêya çareserkirina pirsên aloz ên wekî hinartina petrolê, mûçe û dahatan e.
Barrack di heman demê de pesnê hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da.
Barrack di peyamekê de li ser hesabê xwe yê platforma Xê bal kişand ser civîna îro ya di navbera her du serokwezîran de ya li Bexdayê û got:
"Dan û Standinên rasterast ên di navbera Bexda û Hewlêrê de rêya çareserkirina pirsgirêkên dijwar e. Di nav wan de hinartina petrolê, mûçe û dahat jî hene."
"Amerîka li gel her du aliyan e"
Tom Barrack tekezî li ser piştgiriya welatê xwe kir û wiha pê de çû:
"Serokwezîr Zeydî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ew serkirdayetî nîşan da.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li gel her du aliyan e, di demekê de ku bi hev re Îraqeke xwedî serwerî û pêşketî ava dikin."
Ev daxuyaniya balyozê Amerîkayê hevdem e li gel serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê.
Serdan bi mebesta gihîştina bi peymaneke dawî ya li ser dosyeya mûçeyê karmendan, para Herêma Kurdistanê ya di budceya giştî de û heqdestên darayî yên têkildarî jinûvehinartina petrolê pêk hatiye.

