Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Alman-Tirk (DTG) Macit Karaahmetoglu, ji şandeya Almanyayê ya COP31ê xwest ku zextên li Tirkiyeyê bînin rojevê
Ev şande dê beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ya li Antalyayê bibe.
Serokê Komeleya Alman-Tirk (DTG) Macit Karaahmetoglu ji şandeyê xwest ku zextên li Tirkiyeyê yên li dijî civaka sivîl bînin rojevê.
Macit Karaahmetoglu di heman demê de parlamenterê federal ê Partiya Sosyaldemokrat (SPD) e.
Wî ji Ajansa Nûçeyan a AFPê re axivî û got, "Dema ez li wir bim, ez dê tekez vê pirsê bînim rojevê. Nedîtina vê yekê, ne vebijêrkek e."
Karaahmetoglu dê ji bo lûtkeyê biçe Antalyayê. Wî diyar kir ku Tirkiye dixwaze xwe wekî aktorekî cîhanî yê bibandor nîşan bide.
Lê wî destnîşan kir ku xwenîşandan jî vê îmajê xera dikin.
Lûtkeya dîplomatîk û mafên mirovan
Karaahmetoglu tekez kir ku lûtkeya COP31ê konferanseke dîplomatîk e û got:
"Dê hevdîtin çêbibin û bê guman dê daxuyaniyên ku rewşa li Tirkiyeyê paşguh nakin jî hebin."
Lê wî bal kişand ser wê yekê ku mijara sereke ya lûtkeyê guherîna avhewayê ye ku bi hemû cîhanê ve girêdayî ye.
"Siyasetmedarên mixalefetê girtî ne"
Lûtkeya COP31ê dê du hefteyan bidome û roja duşemê li Antalyayê dest pê kir.
Ev lûtke di demekê de tê lidarxistin ku siyasetmedarên mixalefetê û rojnameger di zindanan de ne.
Her wiha hiqûq û pergala dadweriyê jî roj bi roj qels dibe.
Li gorî gotina Karaahmetoglu, çalakvanên jîngehê jî êdî dibin armanca hikûmeta Tirkiyeyê.
Wî anî zimên ku beriya lûtkeyê nûçeyên li ser zextan zêde bûne.
Serokê DTGyê got, "Zextên li ser wan çalakvanên jîngehê yên ku li dijî santralên komirê û birîna daran derdikevin zêdetir dibin û carinan tên girtin."
Astengiyên li pêşiya civaka sivîl
Karaahmetoglu destnîşan kir ku dewletê gelek astengî danîne pêşiya nûnerên civaka sivîl.
Ev astengî ji bo wê yekê ne ku civaka sivîl beşdarî COP31ê nebe.
Wî bal kişand ser "Lûtkeya Avhewayê ya Gelan" ku wekî alternatîfa lûtkeya fermî tê lidarxistin.
Karaahmetoglu da zanîn ku li Tirkiyeyê kêmkirina astengiyên li pêşiya çalakiyeke wiha qet ne hêsan e.
Peyama Bêrîvan Aymazê
Parlamentera Partiya Keskan a Parlamentoya Eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) Bêrîvan Aymazê jî peyamek belav kir.
Aymazê li ser hesabê xwe yê Instagramê got:
"Siyaseta avhewayê û siyaseta mafên mirovan bi tundî bi hev ve girêdayî ne.
Em bi banga xwe balê dikişînin ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û daxwaza azadkirina girtiyên siyasî dikin."
Bêrîvan Aymazê di peyama xwe de wêneyên Selahattin Demirtaş, Ekrem Îmamoglu û Osman Kavala parve kirin.
Wê daxwaz kir ku hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Her wiha wê xwest ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bên bicihkirin û rêz li azadiya ramanê bê girtin.
Li gorî bernameya fermî tê plankirin ku Konferansa Avhewayê ya Cîhanê 20ê Çiriya Paşîn bi dawî bibe.
Tirkiye û Awistralya bi hev re mazûvaniya lûtkeyê dikin.
Lûtkeya alternatîf a avhewayê jî dê di navbera 15 û 18ê Çiriya Paşîn de bê lidarxistin.
Her wiha hat ragihandin ku dê 14ê Çiriya Paşîn meşeke mezin a protestoyî were kirin.


