Hewlêr (Rûdaw) - Pisporeke Kurd a li Brîtanyayê diyar kir ku hişê çêkirî (AI) di perwerdeyê de tê bikaranîn û li hemû dibistanan heye.
Pispor û lêkolînera hişê çêkirî ya li Brîtanyayê Dr. Ala Berzenciyê ragihand ku hişê çêkirî di warê perwerdeyê de cihekî girîng digire.
Wê eşkere kir ku hişê çêkirî di dibistanan de ji bo kar û barên xwendekaran gelekî dibe alîkar.
Ala Berzenciyê her wiha da zanîn ku li Brîtanyayê hişê çêkirî di warê tenduristiyê de jî gelekî tê bikaranîn, bi taybetî di dîtina dermanên nû de rola hişê çêkirî heye.
Qutiya dermanan a biaqil ji bo nexweşan
Li aliyê din, endezyarê teknolojiya zanyariyan ê li Brîtanyayê Roz Dilşad dahênanek kiriye.
Wî di vê dahênana xwe de hişê çêkirî bi kar aniye.
Ev dahênan ji bo çareserkirina pirsgirêka pîr û kal an jî wan kesên ku xwarina dermanên xwe ji bîr dikin hatiye çêkirin.
Ev amûr dem û mîqdara xwarina dermanan ji nexweşan re dibêje.
Roz Dilşad diyar kir ku wan qutiyek çêkiriye ku hemû derman di nav de ne.
Li gorî dema xwarina dermanan, ew qutî bi awayekî otomatîk vedibe.
Tevî ku ev amûr hîn li bazaran nehatiye belavkirin jî Roz Dilşad got ku ew li ser vê projeyê bi cidî dixebitin.
Armanca wan ew e ku ev amûr di demeke nêzîk de ji bo nexweşên jibîrçûnê û yên Alzheimerê amade be.



.webp&w=3840&q=75)