Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Girava Giritê ya Yunanistanê, ji ber binavbûna belemeke koçberan 12 kes mirin û 18 kes jî sax hatin rizgarkirin.
Li gorî nûçeya Televîzyona Dewletê ya Yunanistanê a ERTyê, li Deryaya Spî belemeke koçberan li beravên Girava Giritê bin av bûye.
Keştiyeke bazirganiyê ku li başûrrojhilatê beravên Kalon Limenonê ya Giritê (bi qasî 15 mîlên deryayî dûrî beravê) derbas dibû, bi belema xerqbûyî hesiya ye û birêvebirên peywendîdar agahdar kirine.
Piştî agahdarkirinê, tîmên Ewlehiya Beravan a Yunanistanê ber bi herêmê ve hatin şandin.
Tîmên ewlehiyê di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termên 12 kesan ji avê derxistin.
18 kesên ku sax ji nav avê hatin rizgarkirin, piştî alîkariya yekem a tenduristiyê ji bo benderê hatin veguhestin.
Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê hîn jî berdewam in.


