Washington (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiv da Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya li ser gavên gengaz ên Washingtonê yên li dijî Tehranê.
Piştî ku hevalbendên NATOyê di bûyera li dijî baregeha leşkerî ya li Brîtanyayê de bal kişand ser rola Îranê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser egera pêngaveke nû ya li dijî Tehranê got: "Em dê bibînin."
Trump di civîna çapemeniyê de kapasîteya leşkerî û rewşa aborî ya Amerîkayê jî nirxand.
Trump: Em dê bibînin
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde di civîna çapemeniyê de ji Trump pirsî:
"Birêz Serok, piştî ku hevalbendên NATOyê di bûyera têkildarî baregeha li Brîtanyayê de pêwendiya Îranê destnîşan kir, gelo ji ber vê bûyerê dê ti pêngav li dijî Îranê were avêtin?"
Donald Trump li ser vê pirsê got:
"Em dê bibînin. Tevgereke berbiçav heye."
"Hêza wan a deryayî û asmanî nîne"
Trump bal kişand ser şiyana leşkerî û rewşa aborî ya Îranê jî û anî zimên:
"Dema ku hûn behsa tevgereke li dijî Îranê dikin, ne hêza wan a deryayî heye û ne jî ya asmanî heye.
Her wiha niha li wir rêjeya enflasyonê ji sedî 301 e."


