Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Koreya Bakur ragihand ku Kim Jong Un li gel keça xwe, çavdêriya ceribandina mûşekeke stratejîk kiriye.
Li gorî nûçeyê, ew mûşek ji bo guhertina alî û xeta firînê bi sîstema hişê çêkirî dixebite.
Xwişka bi bandor a Rêberê Koreya Bakur Kim Yo Jongê ragihand ku teknolojiya hişê çêkirî dihêle ku mûşek di bilindahiyeke nizm de rêya firîna xwe biguhere.
Kim Yo Jongê destnîşan kir ku bi saya vê teknolojiyê "ti rê ji bo xwedizîna ji lêdanê" namînin.
Li gorî daxuyaniya artêşa Koreya Başûr, mûşek serê sibeha roja şemiyê ji derdora bajarê Wonsanê yê li qeraxê rojhilatê Koreya Bakur hatiye avêtin û zêdetirî 700 kîlometreyan firiyaye.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur li ser zarê Kim Jong Un ragihand:
"Bi vê ceribandina avêtinê, hêzên mûşekên stratejîk şiyan û amadehiya xwe ya tam a ji bo êrişa bersivdanê nîşan da.
Divê em bê rawestan hewlên xwe yên berpirsyar bidomînin da ku dijmin bi awayekî berdewam û ducare bawerî û kujendetiya amrazên me yên êrişê yên stratejîk bibîne."
Keça Kim li ba wî ye
Wêneyên ku ajansa fermî ya Kim Jong Un belav kirine nîşan didin ku mûşek ber bi asman ve diçe.
Di wêneyekî din de Kim Jong Un bi rûyekî biken li ba keça xwe Ju Aeyê û hevjîna xwe Ri Sol Juyê disekine.
Ju Ae ku cara ewil sala 2022yan derketibû holê, li gorî îstixbarata Koreya Başûr namzeda herî bihêz e ku bikeve şûna bavê xwe.
Ajansê diyar kir ku ev ceribandin bi armanca perwerdekirina leşkeran a li ser "sîstema çekên stratejîk ên hîpersonîk" hatiye kirin.
Ev gava Pyongyangê çend rojan piştî wê yekê hat ku Koreya Başûr ji ber teqînekê li Herêma Bêçek ji Koreya Bakur lêborîn xwestibû.
Di wê teqînê de 3 leşkerên Koreya Başûr birîndar bûbûn lê Pyongyangê berpirsyariya teqînê red kiribû û rayedarên başûr wekî "bêrêz" bi nav kiribûn.



