Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Navenda Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Exeterê ya li Brîtanyayê Dr. Ferengîz Qadirî li ser îdiayên girtina navendê axivî û got ku navend nayê girtin.
Hatibû îdiakirin ku dê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Exeterê ji ber kêmkirina budceyê were girtin.
Dr. Ferengîz Qadiriyê ji Rûdawê re ragihand ku sazkirina ji nû ve hemû zanîngehê li xwe digire û îdiayên girtinê bê bingeh in.
Wê diyar kir ku navend xebatên xwe didomîne û daxwaza piştgiriya saziyan kir.
Piştî krîza budceyê ya di xwendina bilind a li seranserê Brîtanyayê de, çarenivîsa Navenda Lêkolînên Kurdî ya Zanîngeha Exeterê (Centre for Kurdish Studies) bûbû mijara nîqaşê.
Ev navend, li Brîtanyayê tekane saziya akademîk e ku di qada lêkolînên Kurdî de bawernameyê dide.
Birêvebira Navendê Dr. Ferengîz Qadiriyê bersiv da pirsên Edîtorê Maseya Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa.
Wê gumanên di nav raya giştî de ji holê rakirin û tekez kir ku navend vekirî ye û xebatên xwe didomîne.
"Girtin tune, teserûf hemû fakulteyê li xwe digire"
Ferengîz Qadiriyê destnîşan kir ku pêvajoya ji nû ve sazkirina îdarî ne tenê ji bo Navenda Lêkolînên Kurdî ye.
Wê da zanîn ku zanîngehên li Brîtanyayê di tengasiyeke aborî ya giştî re derbas dibin.
Ferengîz Qadiriyê anî zimên ku Fakulteya Zanistên Mirovî, Huner û Zanistên Civakî ku navend jî girêdayî wê ye, planekê çêdike da ku lêçûnan kêm bike.
Wê da zanîn ku nûçeyên belavbûyî di nav raya giştî de têgihîştineke şaş ava kiriye.
Mîrateya akademîk a 20 salan: Zêdetirî 25 derçûyên doktorayê
Navenda Lêkolînên Kurdî ya Exeterê sala 2006an bi destpêşxeriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê wê demê Nêçîrvan Barzanî û bi piştgiriya darayî ya Weqfa Îbrahîm Ehmed hatibû vekirin.
Navenda ku di bin banê Enstîtuya Lêkolînên Erebî û Îslamî de dixebite, li Brîtanyayê di qada lêkolînên Kurdî de tekane zanîngeh e ku dîplomaya fermî dide.
Her wiha li seranserê Ewropayê jî di vê qadê de wekî saziya akademîk a herî bi prestîj tê naskirin ku bernameyên lîsansa bilind û doktorayê li dar dixe.
Navendê ji roja vebûna xwe ve heta niha zêdetirî 25 derçûyên doktorayê dane û mazûvaniya lêkolînerên ji seranserê cîhanê dike.
Dersa "Dîrok û Siyaseta Kurdî" ya ku li navendê tê dayîn, bala xwendekarên beşên pêwendiyên navneteweyî, dîrok û lêkolînên Rojhilata Navîn dikişîne.
Bîra dîrokî di vê pirtûkxaneyê de tê parastin
Navend ji bilî xebatên perwerdeyê xwediyê arşîveke gelekî girîng e.
Sazî koleksiyonên taybet ên navên wekî Chris Kutschera û Omer Şêxmûs dihewîne.
Her wiha mazûvaniya "Arşîva Dîjîtal a Kurdî" dike ku ji bo belgeyên dîrok û edebiyata Kurdî werin dîjîtalîzekirin û ji tunebûnê werin parastin, hatiye avakirin.
"Kurd ne tenê fîgurekî siyasî ne, aktoreke zanist û çandê ne"
Qadiriyê îşaret bi wê yekê kir ku hebûna lêkolînên Kurdî di akademiya Ewropayê de pireke jiyanî ye û wiha got:
"Ev navend dîrok û berhemên çandî yên Kurdan ji vegotinên mêtingehkar ên dewletên serdest rizgar dikin û tînin navenda lêkolînên zanistî yên serbixwe.
Dîsa diselmînin ku civaka Kurd ne tenê fîgurek e ku bi şer û siyasetê tê bibîranîn, ew neteweyek e ku tevkariyê li edebiyat, dîrok û cîhana ramanê ya cîhanê dike."
Banga piştgiriyê ji bo berdewambûnê
Ferengîz Qadiriyê bi bîr xist ku lêkolînên Kurdî qadeke serbixwe ye û piştgiriya dewletê wernagire lewma gihîştina fonên mezin zehmet e.
Wê destnîşan kir ku ji bo parastina vê destkefta akademîk, pêwîstî bi çavkaniyên darayî yên demdirêj heye.
Qadiriyê bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karsazên xêrxwaz û weqfên civaka sivîl kir û wê got ku bi bursên ji bo xwendekaran û fonên lêkolînê paşeroja navendê dikare were garantîkirin.



