Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew di mehên borî de di parastina trafîka deryayî de bi ser ketine û hinartina petrola Îranê daketiye sifirê
CENTCOMl ragihand ku zêdetirî milyarek bermîl petrola xav bi silametî di Tengava Hurmizê re derbas kiriye.
Ev yek di demekê de ye ku ji ber dorpêçên Amerîkayê hinartina petrola Îranê gihîştiye sifirê.
Parastina keştiyên bazirganiyê
Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di peyameke vîdeoyî de axivî û got:
“Hêzên me alîkariya derbasbûna zêdetirî milyarek bermîl petrola xav a hevpeymanên Kendavê ya di Tengava Hurmizê re kiriye.
Her wiha me bi rêya hevahengiya leşkerî parastina zêdetirî 2 hezar keştiyên bazirganiyê kiriye.”
Brad Cooper destnîşan kir ku rêyên sereke yên keştiyan ên li Tengava Hurmizê ji mayînan hatine paqijkirin.
Bi gotina wî wan bi hezarên keştî bêyî pirsgirêk di tengavê re hatine derbas kirine.
Hinartina petrola Îranê rawestiyaye
Fermandarê CENTCOMê eşkere kir, ji ber wê dorpêça tund a ku hêzên Amerîkayê sepandiye hinartina petrola Îranê daketiye sifirê.
Li gorî gotina Cooper, Washington bi her şeş welatên Encûmena Hevkariya Kendavê, şirketên sîgorteyê û yên keştiyan re di nava hevahengiyê de ye.
Armanca vê yekê ew e ku qebareya çûn û hatinê zêde bikin.
Di 2 hefteyên borî de qebareya veguhastina petrola xav, barên bazirganiyê û gaza siruştî ya şilkirî ya di Tengava Hurmizê re gelekî zêde bûye.
Ev qebare li gorî hemû demên din ên 6 mehên borî zêdetir bûye.
Bihêzkirina parastina asmanî
Fermandarê CENTCOMê behsa wê yekê ku ew bi hevpeymanên xwe yên li herêmê re ji bo bihêzkirina parastina asmanî dixebitin û wan yekeyeke nû ya hevpeymaniyê ji bo dronên êrişkar pêk aniye.
Armanca vê yekê parastin û vekirîhiştina Tengava Hurmizê û avên derdora wê ye.



