Dusseldorf (Rûdaw) - Kurdekî li bajarê Wolfsburgê yê Almanyayê ji lîsteya Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) derbasî meclisa şaredariyê bû û niha jî ji bo wergirtina serokatiya şaredariya navçeya Nordstadtê ya heman bajarî di pêşbirkê de ye.
Zekeriya Goran di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de ragihand ku wî bi rêya dengên rasterast ên dengdêran cihê xwe di meclisa şaredariyê de misoger kiriye.
Zekeriya Goran li ser dabeşbûna kursiyên meclisa şaredariyê ya li wê navçeyê got:
"Bi giştî 15 kursî hene. Me 7 kursî bi dest xistin, Sosyal Demokratan û Keskan jî kursiyek bi dest xistiye."
Ji bo misogerkirina serokatiya şaredariyê, pêwîstiya Partiya Demokratên Xiristiyan bi avakirina hevpeymaniyeke bi Partiya Keskan re heye da ku bibin xwedî 8 kursiyan û piraniya meclisê pêk bînin.
Zekeriya Goran stratejiya partiya xwe ya ji bo razîkirina Partiya Keskan eşkere kir û got:
"Di plana me de ye ku em postekî girîng wekî alîkarê serokê şaredariyê bidin wan da ku em bikaribin hevpeymaniyekê pêk bînin û posta serokê şaredariyê bi dest bixin."
Zekeriya Goran tekezî li girîngiya bidestxistina vî erkî kir û anî zimên:
"Wekî Kurdekî ji bo min gelekî girîng e ku ez vî erkî bi dest bixim.
Eger ez bibim serokê şaredariyê yê li Wolfsburgê, bi rastî ji bo min û wekî Kurdekî dê bibe cihê serbilindiyeke mezin û ez di wê baweriyê de me ku dê ji bo hemû Kurd û Kurdistanê jî tiştekî taybet be."


