Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Yekîtiya Ewropayê ya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir li ser guherîna nexşeya qaçaxçîtiya madeyên hişbir û xweguncandina bilez a torên tawanan hişyariyê dide.
Şêwirmendê Yasayî yê Ajansê Alexander Soderholm di hevpeyvîneke li gel Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de bal kişand ser rewşa Îraq û herêmê ya piştî pêşhatên siyasî û ewlehiyê, bi taybetî piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê û hatina ser desthilatê ya Talîbanê ya li Efxanistanê.
Alexander Soderholm da zanîn ku Îraq ji rêyeke dîrokî ya derbasbûnê rûbirûyî du metirsiyên mezintir bûye.
Metirsiya yekem derketina nîşaneyên hebûna laboratuwarên hilberîna kaptagonê li ser axa Îraqê ye û ya duyem jî zêdebûna metirsîdar a bikaranîna madeyên hişbir ên wekî kaptagon û tramadolê ye.
Wekî ku ew berpirs dibêje, ev zengilekî metirsîdar e ku dikare li Îraqê bibe sedema nearamiyeke zêdetir.
Li gorî Rapora Madeyên Hişbir a Ewropayê ya sala 2026an, peydakirina madeyên hişbir li nava Yekîtiya Ewropayê di asteke gelekî bilind de maye û torên sûcan gelekî bi lez xwe bi guherînan û rêkaran re diguncînin.
Soderholm da zanîn ku kokaîn bi piranî ji Amerîkaya Başûr û eroîn ji Efxanistanê tên birin, bazirganiya madeyên kîmyeyî yên xav jî zincîreyeke cîhanî ya pirreng e ku li ser Asyayê û heta di nava Ewropayê de belav bûye.
Şêwirmendê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku komên sûcan ji bilî benderên mezin ên wekî Antwerpa Belçîkayê û Rotterdama Holendayê, berê xwe daye benderên biçûk, veguhastina deryayî ya li avên navneteweyî û rêbazên bipêşketî yên veşartinê da ku metirsiya girtinê kêm bikin.
Hilberîna madeyên hişbir li Efxanistanê
Li gorî gotina Soderholm, piştî ku Talîbanê sala 2021ê hat ser desthilatê çandina madeyên hişbir li Efxanistanê bi rengekî berbiçav kêm bûye.
Şêwirmendê ajansa Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku tevî van rêkarên hikûmeta nû ya Efxanistanê jî hilberîna madeyên hişbir bi temamî kêm nebûye, hilberîna tiryakê û veguhastina hilberîna eroîn û metamfetamînê ber bi welatên cîran ve, bi taybetî herêma Belûçistanê ya Pakistanê û beşek ji Îranê dest pê kiriye.
Soderholm got ku bazara eroînê ya li Ewropayê hîn jî li ser xwe ye û herikîneke berdewam heye, ev jî nîşan dide ku qaçaxçî rê û rêbazên nû bi kar tînin û asta qaçaxçîtiyê wekî berê maye.
Beşeke din a hevpeyvînê li ser bandora şerên li Rojhilata Navîn a li ser veguhastina madeyên hişbir ji bo Ewropayê bû.
Soderholm diyar kir ku şer û nearamiya li Rojhilata Navîn bandoreke berbiçav li pêla veguhastina madeyên hişbir kiriye.
Li gorî wî şêwirmendî, Sûriye û Libnan navendên dîrokî yên hilberîna kaptagonê bûn û beşek ji pêkhateyên madeyên hişbir li wir dihatin hilberandin û dişandin Ewropayê da ku li laboratuwarên wir madeyên hişbir werin çêkirin û ji wir jî ji nû ve bişînin welatên Kendavê.
Soderholm destnîşan kir ku rapor qala bidestxistina laboratuwarên kaptagonê yên li Sûriye û Libnanê dikin û her wiha behsa rewşeke heman awayî ya li welatên wekî Îraq, Tirkiye, Misir, Kuweyt û Sûdanê jî tê kirin.
Encamên rûxîna desthilata Beşar Esed
Li gorî şêwirmendê ajansa Ewropayê, piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn a 2024an de, desthilata nû ya veguhêz a Sûriyeyê gelek depo û navendên mezin ên hilberînê têk birine û hewl daye veguhastina madeyên hişbir bisînor bike lê hîn zû ye ku biryar li ser nemana kaptagonê were dayîn.
Wî şêwirmendî ragihand ku delîl nîşan didin bazarê berê xwe daye welatên cîran û heta Afrîkayê jî, her wiha li Îraq û Tirkiyeyê navendên hilberîna madeyên hişbir derketine holê.
Soderholm got ku şiyana xweguncandinê ya torên sûcan bilind e û wan navendên hilberînê li derveyî Sûriye û Libnanê vekirine.
Soderholm li ser hewlên Yekîtiya Ewropayê yên ji bo rêgirtina li veguhastina madeyên hişbir ji Rojhilata Navîn ji bo Ewropayê got:
“Çêbûna zextê ya li ser herêmeke diyarkirî dihêle ku torên sûcan ber bi cihên din ve birevin ku çavdêriyeke kêmtir li ser wan heye.
Heman tişt li Efxanistanê qewimî û hilberîn derbasî Pakistan û Îranê bû.
Zexta desthilata veguhêz a Sûriyeyê jî hiştiye ku ev tor berê xwe bidin welatên derdorê.
Ev berfirehbûn jî kontrolkirina rewşê zehmettir dike çimkî hilberîn li gelek cihên nû û ji hev cuda pêk tê.”
Rewşa Îraqê: Ji transîtê ber bi bikaranîn û laboratuwaran ve
Şêwirmendê ajansa Yekîtiya Ewropayê li ser gefên li ser Îraqê diyar kir ku ji aliyê dîrokî ve Îraq navendeke sereke ya derbasbûnê bû ji bo derbasbûna eroîn û metamfetamînê ji Efxanistan û Îranê ber bi Tirkiyeyê ve.
Li gorî wî şêwirmendî, niha ne diyar e ka hilberîn çi qas e lê lêkolînên tenduristiyê amaje bi zêdebûneke metirsîdar a bikaranîna navxweyî ya madeyên hişbir li Îraqê dikin, bi taybetî metamfetamîn, kaptagon û tramadol.
Ev zêdebûna daxwazê, metirsiya kişandina torên sûcan û çêbûna nearamiyê zêdetir dike ku ev jî hewceyî rêkarên bicihanîna yasa û çareseriya tenduristiya giştî ye.
Stratejiya nû ya Yekîtiya Ewropayê
Dawiya sala 2025an Komîsyona Ewropayê stratejiya xwe ya nû ya têkoşîna li dijî madeyên hişbir eşkere kir ku tekez dike ev mijar tenê sepandina yasayê nîne, di heman demê de mijareke tenduristiya giştî ye.
Stratejî li ser xweparastina li dibistanan, pêşkêşkirina tedawiyê û hevkariya navneteweyî ya bi welatên derveyî yekîtiyê re dixebite ku derbê li torên sûcan bixe.
Di stratejiyê de baleke taybet li ser bazara dîjîtal hatiye danîn, ji ber ku tor bi rêya amûrên dîjîtal hevahengiyê dikin û kiryar bi rêya torên civakî û bazarên online madeyan bi dest dixin, vê yekê jî karkirina hevpar a bi şirketên teknolojiyê re kiriye pêdiviyek.



