Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkayê û bidawîbûna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Îraqê "gaveke girîng e".
Yeyê her wiha diyar kir ku di heman demê de ev yek berpirsyariyeke mezintir dixe ser milê Hikûmeta Bexdayê da ku serweriya xwe biparêze û paşeroja welatê xwe diyar bike.
Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê li ser qonaxa piştî vekişîna Hevpeymaniya Navneteweyî pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.
Berdevk diyar kir ku dema Îraq ber bi 30ê Îlonê ve gavan diavêje, jîngeha herêmê bi temamî aloz û ne aram e.
Berdevk got, "Ji destpêka şer ve, axa Îraqê ji aliyê hemû aliyan ve ji bo êriş û bertekan hatiye bikaranîn, bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê. Mixabin heta îro jî rewş bi temamî aloz û ne aram e."
Piştgiriya ji bo Elî Zeydî û aloziya 30ê Îlonê de
Ev peyama Yekîtiya Ewropayê di demekê de ye ku 30ê Îlonê wekî dema vekişîna temam a Hevpeymaniya Navneteweyî û dema bêçekkirina komên çekdar ên Îraqê hatiye diyarkirin.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê derbarê kontrolkirina çekan a di bin desthilata dewletê de got:
"Piştgiriya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo hewlên Îraqê didome da ku misoger bike hemû hêzên çekdar li gorî desthilata dewleta Îraqê û pergala destûrî ya welêt tevbigerin.
Ji ber vê yekê jî em piştgiriyê didin hewlên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ku hewl dide çekan kontrol bike û wan tenê bixe bin desthilata dewletê."
Ev helwesta Yekîtiya Ewropayê di demekê de ye ku komên sereke yên çekdar, di nav de Ketayiba Hizbulah, Tevgera Nuceba û Seyîduşşuheda red kiriye ku heta dawiya vê mehê çekên xwe deynin.
Ev komên çekdar garantiyê dixwazin da ku hêzên Amerîkayê bi ti awayî venegerin û rola siyasî û aborî ya Washingtonê ya li Îraqê bê sînordarkirin.
Bexda hewl dide di qonaxa yekem de çekên giran û dûravêj ên wekî mûşek û dronan bixe bin fermana Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar û paşê gavan ji bo rêkxistina hêzan biavêje.
Hevbeşiya Ewropayê
Di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser îhtîmala dagirtina valahiya ewlehiyê ji aliyê welatên Ewropayê ve, Yekîtiya Ewropayê eşkere kir ku vekişîna hêzên leşkerî nayê wateya vekişîna Ewropayê.
Ewropayê da zanîn ku dê pêwendiyên wan bi rêya şandeyên dîplomatîk û şêwirmendiyê bidomin.
Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Bexdayê û Ofîsa Pêwendiyan a li Hewlêrê bi hevahengiya rasterast li ser pirsên hestiyar ên wekî ewlehî, birêvebirina sînoran, sektora enerjiyê û pirsa koçê dixebitin.
Li gel vê yekê, Şandeya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê ya li Îraqê (EUAM) ku erkê wê pêşkêşkirina alîkariya stratejîk a ji bo dezgehên ewlehiyê yên Îraq û Herêma Kurdistanê ye, dê di van waran de şêwirmendiya xwe bidomîne:
- Birêvebirina krîzên niştimanî û ewlehiyê
- Rûbirûbûna bermahiyên terorê û tawanên rêkxistî
- Çaksaziya di sektora birêvebirina sînoran de
- Serweriya qanûnê, çespandina mafên mirovan û zêdekirina beşdariya jinan a di sektora ewlehiyê de
Aborî û aramî
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê di beşeke din a bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de ragihand ku divê vekişîna hêzên biyanî derfetê bide Hikûmeta Bexdayê da ku bi temamî bala xwe bide ser pêdiviyên sereke yên navxweyî.
Berdevk bi taybetî bal kişand ser çaksaziya di birêvebirinê de û baştirkirina xizmetguzariyên giştî yên ji bo welatiyan.
Wî berpirsê Yekîtiya Ewropayê her wiha got ku kêmkirina aloziyên ewlehiyê dê deriyekî berfirehtir ji bo veberhênana şirketên Ewropayî û karên li pêşî yên aborî yên Ewropayê li Îraqê veke ku ev in:
- Hevkariya di sektora enerjiyê de û bipêşxistina çavkaniyên nûjenbar
- Cihêrengkirina aboriya Îraqê ji bo kêmkirina pabendbûna bi petrola xav
- Xurtkirina sektora taybet û kişandina veberhênana biyanî
- Rûbirûbûna encamên guherîna avhewayê û kêmbûna avê
Berdevk di dawiya peyama xwe de ragihand ku aramiya Îraqê ji bo hemû Rojhilata Navîn û parzemîna Ewropayê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Ewropayê diyar kir ku ew dê wekî hevbeşekî cîgir û demdirêj di piştgirîkirina sazî û dezgehên rewa yên Îraqê de xebatên xwe bidomîne.


