Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ew nûçe red kirin ku dibêjin li Amerîkayê kêmasiya cebilxaneyên sereke heye.
Trump diyar kir ku cebilxaneyên welatê wî gelek in û got ew kesên ku ev angaşt belav kirine dê werin darizandin.
Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got, "Li Amerîkayê cebilxaneyên 'mezin' hene, bi taybetî jî hinek cureyên taybet.
Her wiha, li gorî pêdiviyê cebilxaneyên nû tên hilberandin û ji bo Amerîkayê tên şandin.
Şirketên parastinê di dîroka welatê me de hejmara herî zêde ya kargeh û febrîqeyan ava dikin."
"Cezayên giran ên girtîgehê"
Trump li ser kesên ku agahî ji medyayê re şandine jî hişyarî da û biland:
"Dûvçûna wan kesan tê kirin ku ‘agahî belav kirine’ û daxuyaniyên xiyanetkar dane
Em dê bixwazin ku cezayên giran ên girtîgehê li wan werin birîn!"
Hinek dezgehên ragihandinê angaşt kiribû ku îdareya Trump ji ber kêmbûna cebilxaneyên parastinê êrişên li ser Îranê rawestandine.
Nîqaşa bi Wezîrê Parastinê re
Li gorî nûçeya Washington Postê, Trump hefteya borî li Camp Davida Marylandê di civîna kabîneyê de bi Wezîrê Parastinê Pete Hegseth re nîqaş kiriye.
Hatibû gotin ku Trump ji ber kêmbûna cebilxaneyê ku rê li ber vebijêrkên leşkerî yên li dijî Îranê girtiye aciz bûye.
Lê belê Koşka Spî û Pentagonê ev nûçe ji binî red kirin.



