Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Penagerê ragihand ku ku wan ji sala 2023yan ve alîkariya hezar û 200 Kurdên Êzidî kiriye.
Rêxistin tekez kir ku xebatên wan tenê li ser bingeha xwebexşî û bexşînan e û ew ti alîkariyên darayî ji hikûmeta Almanyayê wernagirin.
Endamê Rêxistina Penagerê Sîna Newbext li ser cureya alîkariyan ji Rûdawê re axivî û got:
"Pêvajoya alîkariyên me demdirêj e û em mirovên ku serî li me didin, berê wan didin navendên şêwirmendiyê."
Newbext da zanîn ku ew mirovan ji bo rêkarên dadgehê an jî hevdîtinên penaberiyê amade dikin.
Hinek caran ew bi wan re diçin hevdîtinên wan ên bi fermangeha nîştecihbûnê, bijîşk, parêzer an jî her saziyên din re.
Sînorê xebatê
Endameke din a heman rêxistinê Sonya Axlişê bal kişand ser çavkaniyên di destê wan de ne û got:
"Van 2 salên dawî me du kom ava kirin ku yek kom wergera ziman e û ya din jî sindoqeke alîkariya darayî ye."
Sonya Axlişê eşkere kir ku nîvê endamên rêxistina wan berê bi xwe penaber bûne û hemû karmend bi xwebexşî dixebitin.
Navenda sereke ya Rêxistina Penagerê li bakurrojavayê Almanyayê ye lê ew bi rêya toreke seranserî alîkariya xelkê dikin.
Sîna Newbext li ser sînorê xebatên wan got, "Xebatên me tenê li navxweyê Almanyayê ne û em nikarin alîkariya wan kesan bikin ku li Herêma Kurdistanê dijîn."
Newbext da zanîn ku tenê dosyeyeke wan a awarte hebûye û ew jî dema ku penaberek ji Almanyayê ji bo Bexdayê hatibû dersînorkirin bûye.
Sonya Axlişê qala wê dosyeyê kir û got, "Gulanê penaberekî Êzidî tenê bi 100 euroyî hat dersînorkirin û şandin Bexdayê."
Axlişê anî zimên ku di wê demê de malbata wî li kampan bûye û wan alîkariya wî kiriye heta ku gihîştiye cem malbata xwe.
Rêxistina Penagerê tekez dike ku ew alîkariya penaberan dikin da ku kar peyda bikin û bi temamî tevlî civaka Almanyayê bibin.



