Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun pêşwazî kir.
Trump di dema civînê de li ser Îranê, gefên Hûsiyan ên girtina Deryaya Sor û vekişîna Îsraîlê ya ji Libnanê gelek daxuyanî dan.
Dan û standinên bi Îranê re
Donald Trump bersiva pirsa rojnamegeran a "Gelo Îran amade ye şer bide rawestandin?" da.
Trump ragihand ku Tehran li pişt perdeyê daxwaza hevdîtinê dike û got:
"Hûn nizanin li pişt perdeyê çi diyalog heye. Ew gelekî dixwazin me bibînin da ku dawî li vê rewşê bînin.
Lê heta ku ew amade nebin bi awayekî watedar dan û standinan bikin, ti niyeta me nîne em wan bibînin."
Serokê Amerîkayê got, artêşa wî şiyanên Îranê daxistine asteke wisa ku "kesî bawer nedikir."
Trump diyar kir, eger Amerîka niha şer bide rawestandin dê 20 an jî 25 sal hewce bin da ku Îran xwe ji nû ve ava bike.
Trump her wiha got, "Me hîn karên xwe temam nekirine."
Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne ku di 10 rojên dawî de şerê di navbera Amerîka û Îranê de derbasî qonaxeke nû bûye.
Amerîka bi şevan Îranê bombebaran dike. Îran jî êrişî wan welatan dike ku baregehên Amerîkayê lê ne.
Gefa êrişkirina Çiyayê Kolengê
Trump hişyarî da Tehranê û ragihand ku dibe "di demeke nêzîk de" êrişî wan cihan bikin ku Îranê amûr û madeyên xwe yên etomê lê veşartine.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth jî got, "Her hewla Îranê ya ji bo têkdana ewlehiya deryayî, dê bi bersiveke '10 qatan tundtir' rûbirû bimîne."
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî got, "Bi rastî, wan hîn tiştek nedîtiye, em heta niha bi wan re nerm bûn."
Trump diyar kir ku ew ne di wê baweriyê de ye ku Îran careke din jêrxaneyên xwe yên leşkerî ava bike.
Ji Trump hat pirsîn bê gelo Îranê amûrên xwe yên paqijkirina uranyumê (santrîfuj) veguhastine cihên parastîtir an na?
Trump bersiv da û got, "Em ji tevgeran agahdar in. Bi îhtimaleke mezin, em dê di demeke gelekî nêzîk de li wan herêman bidin."
Serokê Amerîkayê da zanîn ku Tehran nikare pêşiya êrişên Amerîkayê bigire û got:
"Îran nikare tiştekî li hemberî me bike. Bi awayekî normal ez tiştên wiha nabêjim lê eger min hîs bikira ku dikarin ji bo parastina wan cihan tiştekî bikin, min dê qet ev yek negota. Lê ez ducare dikim, em dê gelek zû li wan herêman bidin."
Yek ji wan cihên ku Trump navê wan anî zimên Çiyayê Kolengê bû.
Çiyayê Kolengê li naverasta Îranê ye. Her wiha nêzîkî tesîsa atomê ya Netenzê ye.
Dezgehên îstixbaratê yên Îsraîl û Amerîkayê bawer dikin ku di vî çiyayî de dezgeheke nihênî û kûr a binerdî heye.
Tê gotin ku Îranê bi hezaran amûrên paqijkirina uranyumê veguhastine wir da ku wan ji bombebaranên asmanî biparêze.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku Washingtonê hemû derfet dane Îranê da ku vegere ser maseya dan û standinan.
Hegseth her wiha destnîşan kir ku divê Îran nîşan bide ku di pirsa Tengava Hurmizê de reftareke biaqilane dike.
Hegseth got, "Eger ew êrişên xwe yên li ser keştiyên bazirganiyê bidomînin, wekî ku Serok Trump jî ragihandiye, em dê 10 qatan tundtir li wan bidin."
Trump hişyarî da Hûsiyan
Trump derbarê gefên Hûsiyên Yemênê yên ji bo girtina Deryaya Sor helwesteke diyarker nîşan neda û got, "Bila em bibînin bê dê çi rû bide."
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Heta niha tiştekî wisa nekirine. Eger bikin em dê karan sererast bikin.
Me berê jî ev yek li hemberî Hûsiyan kiribû û ji wê demê ve me dengê wan nebihîstiye."
Trump amaje pê kir ku Hûsiyan ji bo demeke dirêj pirsgirêk ji bo Amerîkayê çênekirine û heta di dema vî şerî de jî çênekirine û wiha pê de çû:
"Lê eger tiştekî wisa rû bide û Deryaya Sor bigirin, divê em erkê xwe bi cih bînin."
Vekişîna Îsraîlê û pêwendî
Trump diyar kir ku Libnan ji bo demeke dirêj welatekî "paşguhkirî" bûye û "dan û standineke xerab" bi wan re hatiye kirin.
Dema ku Joseph Aoun ji Trump re got "Tu serokekî mezin î", Trump bi ken ji rojnamegeran re got:
"Ew dizane çawa dilê min xweş bike. Dikarê her tiştê ku bixwaze bibe."
Trump derbarê vekişîna artêşa Îsraîlê ya ji başûrê Libnanê ragihand ku ew pêvajo didome.
Trump her wiha da zanîn ku Îsraîlî niha li herêmên din bi cih dibin.
Trump pesnê wê peymanê da ku di navbera Libnan û Îsraîlê de hatiye îmzekirin û wî ew peyman wekî "peymaneke mezin" bi nav kir.

.webp&w=3840&q=75)

