Moskow (Rûdaw) - Roja duyem a hilbijartinan li Rûsyayê didome lê Yekîtiya Ewropayê ji niha ve encamên hilbijartinan wekî "nerewa" dibîne.
Wekî roja destpêkê, dengdan bê qerebalix û bi aramî bi rê ve diçe.
Çavdêriya pêvajoya dengdanê
Rûsya baldariyeke mezin dide çavdêriya pêvajoya dengdanê.
Ji bilî nûnerên partiyên siyasî, navendeke civakî jî bi hûrî çavdêriyê dike.
Ev çavdêrên civakî di her sê rojên dengdanê de 24 demjimêran li ber ekranan çavdêriyê dikin.
Çavdêrê civakê Danîl Plitov li ser karê xwe ev agahî dan:
“Em çavdêrên civakê ne û em bi du danan dixebitin, dana rojê û dana şevê. Di her danekê de 34 çavdêrên me yên vîdeoyê hene.
Em çavdêriyê dikin da ku em piştrast bibin ku hilbijartin di çarçoveya qanûnan de ne û bêyî binpêkirin tên kirin.
Eger binpêkirin hebin, em wan ji parêzeran re dişînin û ew jî van agahiyan digihînin dezgehên pêwendîdar.”
Helwesta Yekîtiya Ewropayê
Di vê navberê de hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê ji niha ve biryar daye ku encamên hilbijartinên li Rûsyayê wekî "nerewa" bibîne.
Namzedê ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî yê ji bo Dumayê Dmîtriy Nazarov li ser vê yekê got:
“Daxuyaniyên wiha yên rêxistinên biyanî di nav dengdêrên Rûs de bêbaweriyê çêdikin.
Wekî ku em dibînin, gelek çavdêrên partiyan û pisporên civakê li vir in û hilbijartinan dişopînin. Jixwe karê wan ew e ku paqijî û rewatiya hilbijartinan bişopînin.”
Zêdetirî 20 hezar kursî hene
Welatiyên Rûsyayê di hilbijartinên 18, 19 û 20ê Îlonê de dengên xwe didin.
Ew dê 450 parlamenterên Dumaya Federal, parlamenterên meclisên 39 herêman û parêzgerên 11 herêmên Federasyona Rûsyayê hilbijêrin.
Hevrikiya 11 partiyên siyasî, li seranserî Rûsyayê bi giştî ji bo 20 hezar û 700 kursiyan tê kirin.



