Hewlêr (Rûdaw) - Di lêkolîneke nû de derket holê ku hestiyekî kevn ê ku 40 salan di dolabeke belgeyan de hatibû jibîrkirin, paşmayekî cureyekî kêmpeyda yê dînozorê Tîtanosaurusê yê li Antarktîkayê ye.
Ev cure wekî yek ji ajelên herî mezin ên bejahiyê yên dîroka cîhanê tê naskirin.
Ev hestiyê ku moxilka piştê ye, sala 1985an ji aliyê lêkolerê Brîtanyayî Mike Thomson ve di seferekê de hatibû dîtin.
Wê demê Thomson di nav Desteya Rûpîva Cemsera Başûr a Brîtanyayê (BAS) de kar dikir û di notên xwe de nivîsîbû ku ev "xişokeke mezin" e.
Ev hestî nêzîkî 40 salî bêyî pênasekirinê ma lê 29ê Hezîrana 2026an di kovara zanistî ya Acta Palaeontologica Polonicayê de hat eşkerekirin ku ev hestî yê dînozorekî ye.
Lêkolîner Mike Thomson bi xwe sala 2020î mir.
Taybetiyên dînozorê nû
Lêkoleran li Muzeya Dîroka Xwezayî ya Londonê ragihand ku stûyê vî dînozorî dirêj bûye û dirêjiya wî jî di navbera 6-7 metreyan de bûye.
Tê texmînkirin ku ev dînozor çêlik bûye yan jî cureyekî bejnbihust ê malbata Tîtanosaurusan bûye.
Divê were gotin ku dirêjiya cureyê herî mezin ê vê malbatê yê bi navê (Patagotitan mayorum) digihe zêdetirî 37 metreyan.
Kevirê wî cihê ku hestî lê hatiye dîtin kevirekî deryayî ye.
Ev yek nîşan dide ku ajel piştî mirinê ketiye ser avê, çûye nav deryayê û pişt re noq bûye û li binê deryayê bûye fosîl.
Berpirsê Berhevokên BASê Mark Evans diyar kir ku dirêjiya cureyê herî mezin ê Tîtanosaurusan digihe 35 metreyan û ew ajelên herî mezin ên bejahiyê ne ku heta niha jiyane.
Evans bal kişand ser pêkhateya moxilkê û eşkere kir ku beşa moxilkê ber bi pêş ve ye û ev jî nîşaneke taybet a vî cureyê dînozoran e.
Cemsera Başûr a kesk û jiyana dînozoran
Pisporê Fosîlan ê Muzeya Dîroka Xwezayî ya Londonê Paul Barrett destnîşan kir ku Cemsera Başûr di wê serdemê de ji ya îro gelekî cuda bû û li pey çû:
"Ti qeşaya hertimî nebû. Tevahiya parzemînê bi daristanên kesk nixûmî bû, ji ber vê yekê ji bo van ajelên giyaxwer xwarineke gelekî zêde hebû."
Barrett anî zimên ku Cemsera Başûr rêrewek bû ji bo girêdana dînozorên Awistralyayê, başûrê Amerîkaya Latîn û Zelandaya Nû.
Li gorî axaftina wî, beriya ku ji ber meteorekê ji holê rabin, ew der ji bo dînozoran cihekî gelekî qerebalix bûye.
Her wiha, Cemsera Başûr bi milyonan salan piştî nemana dînozoran jî wekî cihekî kesk û xweş ma û bû stargeha çûkan û ajelên din.
Qeşagirtina herêmê nebû sedema nemana wan a bilez.

WÊNE: Hestiyê ku 40 salî di dolabê de maye (BBC)
.webp&w=3840&q=75)


