Dusseldorf (Rûdaw) - Efserê Kurd ê ji Kerkûkê li bajarekî eyaleta Georgiayê ya Amerîkayê bû Birêvebirê Polîsên Mareşal (Marshal Chief) û erkê avakirina saziyeke nû ya bicihanîna yasayê lê hat spartin.
Erkê sereke ya Mihemed Salihî di vê posta nû de ew e ku ji binî ve saziya polîsên mareşal a bajêr ava bike ku taybet e bi çavdêrî û bicihanîna yasa û rêzikên şaredariyê.
Mihemed Salihî berê jî di sektora bicihanîna yasayê de navê xwe bi çendîn qehremaniyan tomar kiriye.
Sala 2023yan, dema ku ew wekî polîsê dewriyeyê li bajarê LaGrangeê li ser kar bû, serê sibehehê şewitîna xaniyekî dibîne.
Salihî dengê hawara pîrekê dibihîze ku di nav dûxan û agir de asê maye.
Ew dikeve nav wî xaniyê ku agir pêketiye û pîrê ji mirinê rizgar dike.
Ji ber mêrxasiya Mihemed Salihiyê xelata fermî ya cesaretê didin wî.
Mihemed Salihî li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û li wir mezin bûye.
Ew beriya koçberbûnê werzişvanekî çalak bû û sala 2013an li ser asta parêzgeha Kerkûkê di pêşbirkên qehremaniya tekwandoyê de pileya yekem bi dest xistibû.
Salihî piştî ku koçî Amerîkayê kir, di warê bicihanîna yasayê de dest bi xwendinê kir, paşê çû nav refên polîsan û pile bi pile bi pêş ket û bû efser.
Mihemed Salihî niha wekî Birêvebirê Polîsên Mareşal ê bajarê Manchesterê yê Georgiayê dest bi kar kiriye û serperiştiya avakirina dezgeheke nû ya polîsan dike.


