Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên li Yemenê ragihand ku Erebistana Siûdî di nava 24 demjimêrên dawî de 26 êrişî bajarê Taizê kiriye û di hefteyekê de jî hejmara êrişên li ser herêmên cuda yên Yemenê gihîştiye 300î.
Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî li ser êrişên asmanî yên Erebistana Siûdî daxuyaniyek da.
Yehya Serî li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku Erebistana Siûdî di nava 24 saetên dawî de bi balafirên şer ên F-15an 26 caran êrişî bajarê Taizê yê li rojavayê Yemenê kiriye.
Serî her wiha anî zimên ku balafirên şer ên Siûdiyê yên cureyê F-15 û Typhoonê ji binkeyên asmanî yên Xamîs Muşeyt û Taîfê rabûne û di nava hefteyekê de 300 caran herêmên cuda yên Yemenê bombebaran kirine.
Serî da zanîn ku di van êrişan de parêzgehên Taiz, Hecce, Marîb, Cewf, Beyda, Emran, Lahîc, Hudeyde û Sadeyê bûne armanc.
Li Yemenê guherîna nexşeya kontrolê
Hat ragihandin ku ji meha Tîrmehê ve şerê li Yemenê ji nû ve gur bûye û ev yek di nexşeya kontrolê ya li ser erdê de bûye sedema guherînên girîng.
Hûsiyan piştî kontrolkirina tevahiya parêzgeha Hudeydeyê, ber bi rojavayê Taizê ve bi pêş ketin.
Hûsiyan her wiha bajarê Muxayê yê li peravên Deryaya Sor û hinek rêyên ku diçin Tengava Babulmendebê bi dest xistin.
Li gorî agahiyan, Hûsiyan piştî Muxayê, li derdora Tengava Babulmendebê Komgiravên Henîşê, Girava Meyûnê û devera Zubabê jî xistine bin kontrola xwe.
Tê diyarkirin ku ev bipêşveçûn rasterast bandorê li rewşa şerê li Yemenê û kontrolkirina herêmê dikin.
.webp&w=3840&q=75)


