Dusseldorf (Rûdaw) - Di hilbijartinên giştî yên Swêdê de hejmara herî zêde ya namzedên Kurd beşdar bû û pêvajoya diyarkirina navên kesên bi ser ketine didome.
Pisperekî medyayê yê Swêdê diyar kir ku tê çaverêkirin 4 heta 5 namzedên Kurd biçin parlamentoyê.
Birêvebirê Beşa Zimanên Biyanî ya Radyoya Swêdê Şaho Miwanî di bernameya Diyasporayê ya Rûdawê de got:
“Divê em heta roja yekşemê li benda encamên dawî bimînin ji ber ku li Swêdê sîstemek heye ku dengdêr dikare rasterast dengê xwe bide namzedekî, ne tenê lîsteyê.”
Şaho Miwanî li ser hejmara wan namzedên Kurd ên ku şansê wan ê serkeftinê heye got:
“Li gorî amaran ew gotegotên ku dibêjin 7 Kurd bi ser ketine ne rast in.
Em dikarin bibêjin ku dora 4 heta 5 namzedên Kurd xwedî şanseke bihêz in ku derbasî parlamentoyê bibin.”
Miwanî di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser navên çend namzedan ku xwedî paşxaneyeke siyasî ne: Qadir Qasirga ji Partiya Sosyal Demokrat, Lawên Rêdar ji Partiya Sosyal Demokrat, Sara ji Partiya Lîberalan û Şiwan Kerîm ji Partiya Jîngehê.
Bandora dengên koçberan
Birêvebirê Beşa Zimanên Biyanî ya Radyoya Swêdê li ser bandora dengên koçber û pêkhateyên cuda yên di van hilbijartinan de eşkere kir ku beşdariya wan xwedî roleke diyarker bûye û anî zimên:
“Rêjeya beşdariyê li wan tax û herêmên ku biyanî lê dijîn li gorî hilbijartinên berê gelekî zêde bûye.
Wekî mînak li şaredariya Malmoyê li hinek navendan berê rêje di bin ji sedî 50î de bû lê vê carê li hemû navendan di ser ji sedî 50î re bû.
Piraniya wan dengan jî ji bo baskê çep çûn.”
Pêkanîna hikûmeta nû ya Swêdê
Şaho Miwanî li ser awayê pêkanîna hikûmeta nû ya Swêdê û aloziyên di navbera eniyan de da zanîn ku cudahiya di navbera eniya rastgir û çepgir de tenê 3 kursî ne.
Miwanî li ser senaryoyên paşerojê wiha got:
“Senaryoya herî bihêz ew e ku Sosyal Demokrat, Partiya Jîngehê û Partiya Navendê hikûmetê pêk bînin û Partiya Çep jî piştgiriya wan bike lê ji ber aloziya peymanan dibe ku pêkanîna hikûmetê demeke dirêj bikişîne.”
.webp&w=3840&q=75)

