Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Siçuanê ya li başûrrojavayê Çînê erdhejeke bi hêza 5,5 pileyan çêbû.
Li gorî daxuyaniya Navenda Torên Erdhejê ya Çînê (CENC), erdhejê bi dema herêmî bi şev rû daye.
Navenda erdhejê navçeya Gaoshienê ya parêzgeha Yibinê ya eyaleta Siçuanê ye.
Birîndar hene
Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 6 kîlometre bûye.
Li gorî agahiyên destpêkê di vê erdhejê de ti kes nemiriye.
Lê belê 13 kesên ku bi sivikî birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Rewşa awarte hat ragihandin
Piştî erdhejê asta sêyem a rewşa awarte hat ragihandin.
Rayedaran eşkere kir ku xaniyên hinek welatiyan zerer dîtiye.
Ji bo parastina jiyana xelkê 196 kesên ku xaniyên wan zerer dîtiye li stargehên demkî hatin bicihkirin.
.jpg&w=3840&q=75)


