Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Operasyonên Bazirganiyê yên Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku li Tengava Hurmizê keştiyeke barhilgir rastî "mûşekek nenas" hatiye û zerer ditiye.
UKMTOyê eşkere kir ku "mûşekeke nenas" li aliyê rastê yê keştiyeke barhilgir ketiye.
Ev yekê bûye sedema gihîştina zererê ya jûra birêvebirinê ya keştiyê.
Kaptanê keştiyê ragihand ku ti windahiyên canî çênebûne.
Li gorî agahiyên UKMTOyê, ev bûyer 14 kîlometreyan li başûrrojhilatê herêma Dahitê ya Umanê qewimiye.
Heta niha nehatiye zanîn ka ew mûşeka ku li keştiyê ketiye ji kû derê hatiye.
Ev êrişa nû di demekê de ye ku li Tengava Hurmizê zexteke mezin a ewlehiyê heye.
Ev çend meh in ji ber şerê di navbera Amerîka û Îranê de li vê herêmê astengî û êrişên cuda tên kirin.


.webp&w=3840&q=75)
