Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser îhtimala dayîna balafirên şer ên F-35an ji bo Tirkiyeyê got, “Ez dê Erdogan dilxweş bikim."
Trump her wiha tekez kir ku ji ber rêzgirtina li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ew dê beşdarî Lûtkeya Natoyê ya li Enqereyê bibe.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser dayîna balafirên şer ên F-35an ji bo Tirkiyeyê bersiva pirsa rojnamegerekî da.
Rojnameger jê pirsî, gelo Erdogan balafirên şer dixwaze û gelo dema ku ew meha bê ji bo Lûtkeya Natoyê biçe Enqereyê çenteyekî mezin ê diyarî bi xwe re dibe?
Trump di bersivê de got, "Dibe ku ez tiştekî bikim ku wî gelekî dilxweş bike."
Dûrxistina Tirkiyeyê ji bernameya F-35an
Balafira şer a F-35ê ku balafireke bipêşketî ya "stelt" e (xwe ji radaran vedişêre), ji aliyê Amerîkayê û welatên din wekî hevpar hatiye çêkirin.
Tirkiye jî di nav vê bernameya bi navê “Joint Strike Fighter” de ku ev balafir tê de bi pêş ve birin cih digirt.
Lê belê Amerîkayê 2019an Tirkiye ji bernameya bipêşxistina F-35an derxist.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku wê hevalbenda NATOyê pergala parastina mûşekan S-400an ji Rûsyayê kirîbû.
Ji dema ku dest bi kar kiriye, Trump pêwendiyên xwe yên li gel Erdogan germtir kirine.
Her çend wî qal nekir ka gelo beşdariya wî ya di lûtkeyê de dê bibe serdaneke fermî ya ji bo Tirkiyeyê yan na.
Peymana ji bo F-35an bi biryara Kongreyê ye
Tevî gotinên Trump jî, Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance diyar kir ku firotina balafirên şer ên Şirketa Lockheed Martinê (F-35) ji bo Tirkiyeyê pêdivî bi pesendkirina Kongreya Amerîkayê heye.
Vance got, "Ev bi rastî mijareke Kongreyê ye. Her wiha divê em piştrast bin ku Tirkiye pêbendî yasayên Amerîkayê bûye da ku karibe balafirên F-35an bi dest bixe."



