Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dikare destwerdana leşkerî ya li dijî Kubayê bide ber çavan.
Havanaya paytexta Kubayê jî li hemberî êrişeke gengaz a Amerîkayê xwe amade dike.
Serokkomarê Kubayê Miguel Diaz-Canel ragihand ku welatê wî li hemberî êrişeke gengaz a artêşa Amerîkayê amadehiyê dike.
Gotinên dawî yên Donald Trump wekî gefa destwerdana li Kubayê hatin şîrovekirin.
Diaz-Canel piştî van gotinan wiha axivî:
“Em bibiryar in ku her hewldana êrişeke leşkerî ya biyanî ya li ser welatê xwe pûç bikin.”
Diaz-Canel tevî vê yekê destnîşan kir ku Kuba welatekî aştiyane ye û ji bo ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ti gefekê çênake.
"Ez dixwazim karê Kubayê biqedînim"
Trump di hevpeyvîneke radyoyê de sînyal da ku ew dixwaze di nav 2 salên mayî yên serokatiya xwe de li Kubayê rejîmê biguherîne.
Wî diyar kir ku ew dikare ji bo vê yekê destwerdana leşkerî jî binirxîne.
Trump di hevpeyvînê de got, “Berî ku ez ji erkê xwe veqetim, ez dixwazim karê Kubayê biqedînim.”
Pêşkêşvan ji Trump pirsî ka ji bo vê yekê operasyoneke leşkerî dikare bibe rojev an na.
Trump jî wiha bersiv da:
“Bê guman ez dikarim vê yekê binirxînim.”
Kuba çawa amadehiyê dike?
Serokkomarê Kubayê Diaz-Canel beşdarî çalakiya "Roja Parastina Neteweyî" bû ku li şaredariya Boyerosê ya li başûrê Havanaya paytext hat lidarxistin.
Diaz-Canel bêyî ku rasterast navê Trump bide daxuyaniyên Washingtonê rexne kirin.
Amerîkayê meha kanûna paşîn êrişeke leşkerî biribû ser Venezuelayê û Serokkomar Nicolas Maduro girtibû û biribû Amerîkayê.
Ji wê demê ve li seranserî Kubayê rahênanên leşkerî yên birêkûpêk tên kirin û ji bo hevahengiya tedbîrên parastinê civîn tên lidarxistin.
Her wiha hat ragihandin ku rayedarên artêşê di çarçoveya stratejiya "Şerê Tevahiya Gel" de perwerdeya leşkerî ya bingehîn didin sivîlan.
Trump berê qala şandina keştiyên şer kiribû
Serokê Amerîkayê berê jî gelek caran destwerdana leşkerî ya gengaz a Amerîkayê ya li ser Kubayê anîbû rojevê.
Trump di axaftineke xwe ya berî hilbijartinên navberê de diyar kiribû ku keştiyên şer ên Amerîkayê yên ku ji erkên xwe yên di şerê Îranê de vedigerin, dikarin berê xwe bidin Kubayê û li nêzîkî avên giravê bi cih bibin.
Li gorî Trump, di rewşeke wiha de birêvebiriya Kubayê dê teslîm bibe.
Hikûmeta Kubayê jî meha Îlonê di hevdîtinên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gefên destwerdana leşkerî û tedbîrên din ên Amerîkayê yên wekî embargoya petrolê şermezar kiribûn.



.webp&w=3840&q=75)