Hewlêr (Rûdaw) - Zanyarê xwediyê Xelata Nobelê Prof. Geoffrey Hinton li Dublînê beşdarî lûtkeya serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) bû û got, “Dibe ku hişê çêkirî di nava 3 salan de ji kontrolê derkeve.”
Mijara sereke ya lûtkeyê hişê çêkirî (AI) bû û Hinton bal kişand ser metirsiya windakirina kontrola li ser vê teknolojiyê.
Hinton diyar kir ku pêşbîniyên li ser windakirina kontrola mirovahiyê ya di nava 3 salan de cihê dilgiraniyeke kûr in.
Wî xwest ku modelên asta bilind beriya ku derbasî bazarê bibin di pişkinînên ewlehiyê yên serbixwe re derbas bibin.
Geoffrey Hinton bi xebatên xwe yên zanistî yên li ser torên demarî yên çêkirî (artificial neural networks) tê naskirin.
Wî sala 2024an Xelata Nobelê ya Fîzîkê bi John Hopfield re parve kiribû.
Hinton di lûtkeyê de rîska derketina hişê çêkirî ya ji bin kontrola mirovan nirxand.
Serokkomar û serokwezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê 13ê Çiriya Paşîn li Dublîna paytexta Îrlandayê di lûtkeyeke nefermî de civiyan.
Wan cara ewil hişê çêkirî wekî mijareke stratejîk a serbixwe gotûbêj kir.
Hinton wekî mêhvan beşdarî beşa taybet a lûtkeyê bû ku tê de bandorên civakî û ewlehiya hişê çêkirî hatin nîqaşkirin.
Pêşbîniya 3 salan di Konferansa Torontoyê de jî hatibû rojevê
Nîqaşên li ser dema qutbûna kontrola mirovî ya li ser pergalên hişê çêkirî, di "Konferansên Hinton" de jî derketibûn pêş.
Ew konferans di navbera 9 û 11ê Çiriya Paşîn de li bajarê Torontoyê yê Kanadayê hatibûn lidarxistin.
Damezirînerê Alignment Research Centerê û endamê desteya birêvebiriya OpenAI Foundationê Paul Christiano di konferansê de destnîşan kiribû ku egera windakirina kontrola li ser hişê çêkirî di 3 salên pêşiya me de gelekî zêde ye.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, Christiano bal kişandiye ser wê yekê ku ev metirsî ne tenê ji bo 3 salan e.
Li gorî wî, metirsî di demeke gelekî kurt a 6 û 12 mehan de jî di asteke wiha de ye ku mirov nikare piştguh bike.
Li gorî senaryoya karesatê ya ku wî lêkolînerî pêşbînî kiriye, dê pergalên hişê çêkirî ji vîna mirovan serbixwe û li gorî armancên xwe yên taybet dest bi tevgerê bikin.
Her wiha mirov dê nikaribin di dema pêwîst de tevgerên van pergalan rawestînin.
Geoffrey Hinton berê di daxuyaniyên xwe de digot dibe ku qonaxa derbasbûna hişê çêkirî ya ji hişê mirovahiyê 10 salan bikişîne lê niha pêşbîniyên bileztir dinirxîne.
Hinton eşkere kir ku ew pêşbîniya Paul Christiano ya li ser rûdana metirsiya kontrolê ya di demeke gelekî nêzîktir de wekî pêşhateke xeternak dibîne.
Pirsgirêka bingehîn a ku Hinton balê dikişîne ser jî pîvana ewlehiyê ye: Ango her ku şiyan û kapasîteya pergaleke hişê çêkirî zêde dibe, gelo dê çawa bê misogerkirin ku tevgerên wê bi armanc û ewlehiya mirovahiyê re biguncin.
Pêşniyara mekanîzmayeke serbixwe: Wekî pişkinîna dermanan
Ji bo rêgirtina li ber rîskên gengaz, Geoffrey Hinton dixwaze rêziknameyên berbiçav bên derxistin.
Ew dibêje ku divê modelên hişê çêkirî yên pêşketî beriya ku ji bo bikaranîna giştî bên pêşkêşkirin di kontroleke hişk re derbas bibin.
Li gorî pêşniyara Hinton, divê pêşdebirên teknolojiyê neçar bin ku ewlehiya modelên xwe ji saziyeke serbixwe re îsbat bikin.
Vî zanyarê navdar di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya El Paisê re ev mekanîzmaya kontrolê şibandibû proseya pişkinîna dermanên nû ku beriya bikevin bazarê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve tên testkirin û pejirandin.
Rêberên Yekîtiya Ewropayê li ser ewlehî û serbixwebûna stratejîk rawestiyan
Rêberên Yekîtiya Ewropayê yên ku di civîna li Dublînê de hatin ba hev, li ser bandorên hişê çêkirî yên li ser bazara kar û pêvajoyên demokratîk axivîn.
Ew ji bo dabînkirina ewlehiya pergalên pêşketî li ser pêngavên hevkariya navneteweyî sekinîn.
Di rûniştina ku bi beşdariya Birêvebirê Giştî (CEO) yê Mistral AIyê Arthur Mensch hat lidarxistin de, mijarên wekî bipêşxistina modelên taybet ên Ewropayê û kêmkirina girêdayîbûna parzemînê ya bi derve re ya di vê qadê de hatin nirxandin.
Piştî lûtkeyê, Serokê Konseya Ewropayê António Costa li ser salnameya xebatan agahî dan.
Wî ragihand ku mijara hişê çêkirî dê di lûtkeya 5ê Sibata 2027an a li bajarê Alden Biesen ê Belçîkayê de bi berfirehî ji nû ve bibe rojeva wan.



