Hewlêr (Rûdaw) - Kesayetiyê Kurd ê navdar û Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) Ezîzê Ziyo Bedirxan careke din wekî serok hat hilbijartin.
Hilbijartinên “Berbangê” îro (14ê Çiriya Paşîn a 2026an) hatin lidarxistin.
Ezîzê Ziyo Bedirxan (Azîz Aliyev) bi piraniya dengan careke din wekî Serokê Kurdên Qazaxistanê hat hilbijartin.
Di hilbijartinên Berbangê de du berendam hebûn: Ezîzê Ziyo Bedirxan (Aliyev) û Mecîdê Xwedêda (Îsmaîlov).
120 endam beşdar bûn, 62 delegeyan deng da
Serokê Komîsyona Hilbijartinê Mûradê Filît (Şamîlov) li ser hilbijartinan daxuyanî da.
Şamîlov diyar kir ku ji bo hilbijartina Serokatiya Berbangê nêzîkî 120 endaman amade bûn lê 62 delegeyên ku mafê wan ê dengdanê hebû dengê xwe bi kar anî.
Li gorî Şamîlov, di encama dengdanê de Ezîzê Ziyo Bedirxan 61 deng standin.
Delegeyê bi navê Îbrahîmê Hesen (Aliyev) bêalî ma û ji bo berendamê duyem Mecîdê Xwedêda (Îsmaîlov) jî ti deng derneket.
Li gorî encamên dengdanê, Ezîzê Ziyo Bedirxan ji sedî 98,4ê dengan stand û ji bo 4 salan bû Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang).
Têkoşerê 50 salan: Ezîzê Ziyo Bedirxan

Ezîzê Ziyo Bedirxan ji malbateke Kurdperwer tê û ji xortaniya xwe ve ji bo mafên civaka Kurdên Qazaxistanê dixebite.
Ew yek ji avakar û sazûmankarên tevgera Kurdan e li Komara Qazaxistanê û di serdema Sovyeta berê de jî her dem di nava çalakiyan de bûye.
Ezîzê Ziyo Bedirxan hîn di xortaniya xwe de, piştî hilweşîna Sovyetê serokatiya Kurdên Qazaxistanê kiriye ku wê demê navê vê yekitiyê “Yekbûn” bûye.
Piştî wefata Serokê Kurdên Qazaxistanê Profesor Kinyazê Îbrahîm û Serokê Rûmetê yê vê saziyê Profesor Nadir Nadirov, Ezîzê Ziyo Bedirxan sala 2021ê cara yekem bûbû Serokê Berbangê.
Bi hilbijartina îro re, Ezîzê Ziyo Bedirxan cara duyem dibe Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê.
Ezîzê Ziyo Bedirxan sala 1953yan li Alma Ataya Qazaxistanê ji dayîk bûye.
Du kur û keçeke Ezîzê Ziyo Bedirxan û hevjîna wî Fatmaya Îsrafîl (Aliyeva) hene ku navên wan Bedirxan, Xanim û Nadir in.
Xwediyê gelek xelatên mezin e
Ezîzê Ziyo Bedirxan ji ber kar û xebatên xwe yên civakî hêjayî gelek xelat û madalyayên dewletê hatiye dîtin.
Di nav van xelatan de xelatên “Dostik-Dostanî” û “Birlik-Yekitî” jî hene.
Her wiha hevnasî û pêwendiyên Ezîzê Ziyo Bedirxan hem bi Serokkomarê Berê Nûrsultan Nazarbayev re, hem jî bi Serokkomarê niha Qasim Comerd Tokayev re gelekî baş in.
Komîsyona hilbijartinê û beşdaran destxweşî kir
Ji aliyê hikûmetê û nûnertiya miletên din ên li Qazaxistanê ve jî gelek kes beşdarî hilbijartinan bûn.
Wan destxweşî li pêkanîna hilbijartinê kir û di encamê de Ezîzê Ziyo Bedirxan pîroz kir.
Ji bo vê hilbijartinê komîsyonek hatibû destnîşankirin ku ji van kesan pêk dihat:
· Mûradê Filît Şamîlov (Serokê Komîsyonê)
· Wekîlê Hûseyîn Nabiyev (Endamê Komîsyonê)
· Gulnara Elî Aliyeva (Endama Komîsyonê)
Her wiha Îbrahîmê Filît Mamedov jî ku endamekî çalak ê Berbangê ye û xwediyê kar û xizmetên berbiçav e, li salonê birêvebirî û moderatoriya hilbijartina îro kir.



