Hewlêr (Rûdaw) - Batman Petrolsporê li deplasmanê 2-0 zora Vansporê bir û lîdertiya xwe berdewam kir.
Di hefteya 5an a Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de her du tîmên Bakurê Kurdistanê Vanspor û Batman Petrolspor hatin pêşberî hev.
Maç ji ber rewşa stadyuma Vansporê li Stadyuma Akhisarê hat lîstin.
Di beşa yekem a maçê de du şûtên Vansporê li stûna qeleyê ketin.
Batman Petrolspora ku li pey golê digeriya, dawiya nîvê yekem gihîşt armanca xwe.
Matheus Doria xuleka 45an bi lêdaneke serbest tîma xwe 1-0 xist pêş.
Pedrinho encama maçê kir du
Batman Petrolsporê nîvê yekem 1-0 li pêş qedand û di nîvê duyem de jî awantaja xwe parast.
Lîstikvanê Êlihê Pedrinho di xulekên zêdekirî yên maçê de (90+3) derket ser dikê, tor hejandin û skor kir 2-0.
Di xulekên mayî de ti golên din nehatin avêtin û Batman Petrolsporê bi vê serkeftinê 3 puan xistin berîka xwe.
Batman Petrolsporê lîdertiya xwe domand
Batman Petrolspor piştî vê serkeftinê di 5 maçên lîgê de gihîşt 4 serkeftin û wekheviyekê.
Tîma sor û spî heta niha qet têk neçûye û puanên xwe derxistin 13an û lîdertiya xwe ya li lîgê domand.
Vanspor jî bi 4 puanan daket rêza 14an.
Fatih Karagumruk tê Êlihê
Lîderê lîgê Batman Petrolspor ku ji deplasmana Vansporê serkeftî vegeriya, niha çavên xwe berdane maça hefteya bê.
Tîma sor û spî dê di hefteya bê ya Lîga 1emîn de li Êlihê mazûvaniya Fatih Karagumrukê bike.
Li aliyê din, Vanspor jî dê hefteya bê bi Muglasporê re bilîze.



