Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê gumanbarekî DAIŞê ji aliyê polîsan ve hat kuştin.
Parêzgariya Stenbolê şeva borî ragihand ku Şaxên Sîxurî û Terorê yên Gerînendehiya Ewlehiyê ya Stenbolê, li navçeya Sultanbeyliyê ji bo desteserkirina Berkan Ç.yê 21 salî operasyon li dar xistiye ku “pêwendiya wî bi DAIŞê re hebû û plana êrişên terorê dikir.”
Li gorî daxuyaniyê, Berkan Ç. di operasyonê de bi guleyan bersiv daye polîsan û di navbera wan de pevçûn çêbûye û Berkan Ç. hatiye kuştin û kesekî din jî birîndar bûye.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.



