Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser gotinên xwe yên derbarê "Danezana Rewşenbîrên Elewî"got, "Min îfadeyeke ku bi temamî armanca min nîşan nade bi kar anî."
Gotinên Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ên li ser "Danezana Rewşenbîrên Elewî" bûbûn sedema nerazîbûnan.
Tuncer Bakirhan li ser wan axavtinên xwe wiha got:
"Dema ku min xwe îfade dikir, min îfadeyeke ku bi temamî armanca min nîşan nade bi kar anî.
Dema min got 'yên ku me ji kolanê anîne' jî min kesek li derveyî siyasetê, li jêr yan jî li derveyî me pênase nekir."
Tuncer Bakirhan di bernameyeke televîzyonê de danezana rewşenbîrên Elewî rexne kiribû ku li dijî nirxandina "tifaqa Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bedlîsî" ya ku li ser navê Abdullah Ocalan hatibû belavkirin, hatibû weşandin.
Bakirhan ji bo kesên ku îmzeya xwe danîne binê danezanê gotibû:
"Di nav wan de hevalên me yên rewşenbîr ên paqij, gelekî rast û yên ku ez wan nas dikim jî hene.
Her wiha kesên ku me ji kolanê anîne û kirine parlamenter jî hene ku nasnameya wan a rewşenbîriyê çi ye ez wê jî nizanim.
Yanî eger rexnekirina Tevgera Kurd û Ocalan tê wateya rewşenbîriyê, biborin lê ew doh ma. Îro êdî kiriyarê vê yekê nîne."
"Gotinên min bi temamî mebesta min nîşan nedan"
Tuncer Bakirhan ji T24ê re axivî û îfadeya "hinek kesên ku me ji kolanê anîn û kirin parlamenter hene" zelal kir û got:
"Dema ku min xwe îfade dikir, min îfadeyeke ku bi temamî armanca min nîşan nade bi kar anî.
Dema min got 'yên ku me ew ji kolanê anîne' jî min kesek li derveyî siyasetê, li jêr yan jî li derveyî me pênase nekir.
Berevajî vê yekê, em tevgereke xwedî wê kevneşopiyê ne ku dengê wan mirovên xwedî gotin, ked û têkoşînê yên li kolanê tîne navenda siyasetê.
Loma jî 'ji kolanê anîn' ne ew e ku tu kesekî ji cihekî bînî û li cihekî din deynî, di wateya vekirina qada siyasetê de bû.
Tiştê ku min dixwest bibêjim ev bû lê îfadeya ku min bi kar anî bi temamî ev nîşan neda."
"Ocalan ne dijberê Elewiyan e"
Bakirhan derbarê nirxandina xwe ya li ser "Tifaqa Sultan Selîm û Bedlîsî" de jî axivî û anî zimên:
"Ez li pişt vê rexneya xwe me ji ber ku Tirkiye gotûbêja çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleyeke gelekî dijwar dike.
Lê belê hinek aliyên wisa jî hene ku ji destpêkê ve li dijî vê pêvajoyê ne û ji hatina cem hev a Kurd, Elewî, demokrat û sosyalîstan aciz dibin."
Bakirhan bi bîr anî ku Ocalan ew girtînameyên navborî derewandine û got:
"Nabe ku mirov navekî dîrokî bike amûra nîqaşeke siyasî ya îro û ji wir dijberiya Elewiyan ji DEM Partiyê yan jî ji Birêz Ocalan re derxe. Ya rastî, tiştê sereke ku me digot ev bû."



