Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bayburtê yê Tirkiyeyê 30ê Tebaxa 2026an komeke nijadperest ji ber ku alîgirekî Amedsporê formayê tîma xwe li xwe kiribû êrişî wî û 2 kesên pê re kir.
Di vê êrişê de 3 kes birîndar bûn û pozê Suleyman Konat ji 5 cihan şikest.
Li gorî agahiyan, Suleyman Konat ji Amedê ye û li Bayburtê karkeriya avahisaziyê dike.
Ew li gel biraziyê xwe û hevalekî xwe çûye kafeyekê û wê demê formayê Amedsporê li biraziyê wî bûye.
Suleyman Konat ji ber tirsa aloziyê ji biraziyê xwe xwestiye ku formayê xwe biguhere lê di wê kêliyê de komeke nijadperest a ku formayê Amedsporê dîtibû, êrişî Suleyman Konat û kesên li gel wî kiriye.
Di êrişê de pozê Suleyman Konat şikestiye û her du kesên li gel wî jî birîndar bûne.
Piştî êrişê her sê çûne nexweşxaneyê da ku werin dermankirin.
Piştî midaxaleya yekem a li Nexweşxaneya Bayburtê, Suleyman Konat û birîndarên din ji bo berdewamiya dermankirinê çûne Amedê.
“Pozê min ji 5 cihan şikest”
Suleyman Konat derbarê bûyerê vîdeoyek tomar kir û tê de diyar kir ku dema biraziyê wî dikeve hundirê kafeyê da ku formayê xwe biguhere, çend kesan êrişî wî kiriye û derbarê kêliyên êrişê got:
“Biraziyê min çû hundirê kafeyê da ku formayê xwe biguhere. Di wê kêliyê de 3-4 kes ketin bin çengê wî û wan xwest bi zorê wî bixin tiwaletê.
Dema biraziyê min ev yek red kir, ew bi zorê derxistin derve û ber bi wesayîtekê ve birin.”
Konat da zanîn ku dema wî û hevalê xwe xwestiye rê li ber êrişê bigirin û biraziyê xwe rizgar bikin lê komeke ku nêzîkî 15 kesan pêk rê êrişî wan kiriye û lê zêde kir:
“Min xwest ez wan ji hev veqetînim lê kesekî ji paş ve bi lepikên motorsîkletê ku tê de amûreke hesinî hebû li pozê min xist.
Pozê min ji 5 cihan şikest û li biraziyê min û hevalê min jî dan.”
Dirûşmên nijadperestiyê
Li gorî agahiyan, êrişkaran di dema lêdanê de dirûşmên nijadperestiyê berz kirine û wan gotiye: “Ev der Bayburt e, ev der dê bibe gora Kurdan!”
Suleyman Konat piştî êrişê çûye nexweşxaneyê û pişt re li navenda ewlehiyê giliyê êrişkaran kiriye.
Lê li gorî gotina Konat, êrişkar piştî du rojan hatine berdan.
Dîmenên kêliyên êrişê ji kamerayên çavdêriyê hatine tomarkirin û li ser medyaya civakî belav bûne û bûne sedema nerazîbûneke mezin.


