Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê û fesixkirina HSDyê got, " Havênê pêvajoyê girtiye, em ji hilweşandina HSDyê dilxweş in."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şangaiyê ya li Bîşkeka paytexta Qirgizistanê, di balafirê de pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Erdogan qala "yasaya çarçove" ya ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de derbas bû û çaverêkirina bêçekbûna PKKyê kir.
Erdogan diyar kir ku dayîna demeke teqez ji bo pêvajoyê ne rast e û wiha pê de çû:
"Di bûyerên bi vî rengî de wextdayîn, ango diyarkirina demsalekê û demnîşankirina vî karî ne pêkan e.
Em pêvajoya 'Tirkiyeya Bêteror' ji meseleyeke demsalê wêdetir wekî meseleyeke armancê dibînin.
Em dê bi vî awayî li bûyerê binêrin. Bê guman wekî dewlet nexşerêyeke me heye, plan û demsaleke me heye.
Di xala ku em îro gihîştinê de lihevkirina xurt a ku Parlamentoya me nîşan daye girîng e, gelekî bi qîmet e.
Lê ji bo ku qanûn dest bi bicihkirinê bike, divê rêxistin bi awayekî pratîk çekan deyne û tasfiye bibe.
Diyar e ku dê di vê mijarê de tesbît û piştrastkirin çawa werin kirin. Pêvajo gav bi gav bi pêş ve diçe.
Pêvajo bi hemû tiştên xwe ve di nav qalibên teng de nehatiye asêkirin. Di vî warî de rihetiyek jî heye.
Em bi cidiyeta dewletê nêzîkî meseleyê dibin û em gavên xwe jî li gorî vê diavêjin.
Nabe ku pêvajoyên wiha yên ku ji provokasyonan re vekirî ne pir dirêj bibin."
“Milet havênê vê pêvajoyê çêkiriye û havên girtiye”
Li ser pirsa derbarê xurtkirina eniya navxweyî û yekbûna civakî de ya têkildarî “dengên cuda yên ji DEM Partiyê tên”, Erdogan bal kişand ser "Lihevkirina Tirkiyeyê ya Mezin" û ev tişt anîn zimên:
"Em nikarin ji çarçoveyeke teng li meseleyê binêrin. Em dê dilpak bin, em dê berpirsiyar bin, em dê xwedî aqlê selîm bin.
Em nikarin nêzîkatiyên ku biratiya miletê xera dikin, yekbûna civakî birîndar dikin û rîska wan heye ku xetên şikandî yên ku terorê di pêşerojê de ava kirine dîsa bixin nav tevgerê, xweş bibînin.
Dibe ku hinek gotinên bêpîvan ên hinek kesên ku xwedî nasnameya siyasî ne hebin.
Bila bê zanîn ku her gotina ku xizmeta yekbûna civakî nake, dê tevkariyê li kaosê bike.
Bi eşkereyî, ez difikirim ku miletê me li hemberî tehrîkên bi vî rengî berxwedanek bi pêş xistiye.
Milet haveynê vê pêvajoyê çêkiriye û haveyn jî girtiye. Xurtkirina eniya navxweyî, ne tunekirina cudahiyan e.
Bi cudahiyên xwe ve, li ser paydeya Tirkiyeyê gihandina hev e. Em ji vê re dibêjin Lihevkirina Tirkiyeyê ya Mezin'."
Fesixkirina HSDyê
Erdogan biryara Fesixkirin Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê ya li Sûriyeyê û tevlîbûna wê ya nav artêşa Sûriyeyê nirxand û peyama piştgiriyê da birêvebiriya nû ya li Şamê:
"Bi rastî ez li ser navê gelê Sûriyeyê yê bira ji biryara ku hatiye ragihandin dilxweş bûm.
Em biryara ku hatiye dayîn û pêkanîna entegrasyonê erênî dinirxînin.
Bê guman hem aliyê Sûriyeyê hem jî em wekî welatekî cîran ê ku xeteke wî ya sînorî ya pir dirêj bi Sûriyeyê re heye, em sepandina biryarê ya li qadê dişopînin.
Em herî zêde dixwazin ku Sûriye bi hemû pêkhateyên xwe ve bibe yek û yekgirtî be.
Di vê mijarê de Serokkomar Ehmed Şer, maşelah pêvajoyên zehmet bi serkeftî bi rê ve birin û bi rê ve dibe.
Em hem ji pêvajoya entegrasyonê hem jî ji destkeftiyên ku gelê Sûriyeyê di demeke kurt de bi dest xistine bi hêvî ne.
Ez bawer dikim ku ev pêvajo dê ne tenê ji bo Tirkiye û Sûriyeyê, dê ji bo hemû herêmê deriyê serdemeke nû veke.
Divê êdî deftera terorê were girtin, divê êdî serdema çek û tundiyê were girtin."
“Amerîka, li Sûriyeyê hat wê xeta ku Tirkiye bi salan e diparêze”
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan qala guherîna siyaseta Amerîkayê ya li Sûriyeyê û destnîşankirina "yek artêşê" kir.
Erdogan diyar kir ku cudahiyên nêrînan ên di navbera Washington û Enqereyê de kêm bûne û wiha domand:
"Em wekî Tirkiyeyê, me doh li ser Sûriyeyê çi gotibe îro jî heman tiştî dibêjin.
Me got ku Sûriye nabe qadeke ku rêxistinên terorê lê cirîdê bavêjin û di encamê de em mafdar derketin.
Naxwe Amerîka jî êdî bi rastiyên Sûriyeyê hesiya. Gelê Sûriyeyê berdêlên pir giran dan lê xwedî li welatê xwe derket. Niha jî ew ji bo avakirina hemû Sûriyeyê dixebitin.
Di vê mijarê de ez bangî hemû cîran û welatên dost ên Sûriyeyê dikim ku ji bo jinûveavakirin û avadankirina Sûriyeyê bibin alîkar.
Rewşa li Sûriyeyê îspat kiriye ku vîzyona me çi qas rast e."
Hişyariya ji bo Yunanistanê
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qala tevgera leşkerî ya li giravên Egeyê û têkiliyên bi Atînayê re kir.
Erdogan bi zimanekî tund Yunanistan hişyar kir û got:
"Em dibêjin em bi Yunanistanê re li ser bingeha cîrantiya baş bimeşin.
Lê dema ku em di her mijarê de dilpak in, gelek caran me bersiva niyeta xwe ya baş nedît.
Beriya her tiştî divê Yunanistan êdî ji vê yekê fêm bike. Çavê Tirkiyeyê li axa ti kesî nîne lê ew mafên xwe jî bi kesî nade pêpeskirin.
Binpêkirina peymanên navneteweyî dê bi kêrî ti kesî neyê. Her kî nêzîkatiya xwînsar a Tirkiyeyê wekî acizbûnekê bixwîne, ev tê wê wateyê ku xeletiyeke mezin dike.
Divê Yunanistan ji vê rêya şaş a ku ketiye navê vegere, divê dev ji biçekkirina giravên ku di statuya neleşkerî de ne berde. Dîrok ji bo kesên ku îbretê digirin rêbereke pir baş e."
Şerê Rûsya û Ukraynayê
Erdogan qala hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re kir û got ku aştî pêwîstiyeke cîhanî ye.
Erdogan destnîşan kir ku wan derfet dît ku bi Putin re bipêşketinên di navbera Rûsya û Ukraynayê de binirxînin û ew gelekî berhemdar derbas bû û wiha axivî:
"Diyar e ku şer hem ji bo herêma me hem jî ji bo cîhana me encameke xêrê dernaxîne.
Em dixwazin di demeke herî kurt de li vê herêmê di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêvajoyeke aştiyê pêk were.
Her wiha ewlehiya hemû veguhastina deryayî ya sivîl a li Deryaya Reş ji bo me girîng e.
Pêwîstî bi mekanîzmayekê heye ku ewlehiya veguhastina deryayî ya bazirganî ya li Deryaya Reş bi awayekî mayînde misoger bike.
Em dibînin ku krîza dexlûdan bi taybetî li parzemîna Afrîkayê dîsa derketiye holê. Berî ku pirsgirêk mezin bibe divê înîsiyatîv were girtin."
Hevpeymaniya Mekeyê
Erdogan bal kişand ser girîngiya civîna sêalî ya di navbera Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyeyê de ku li Stenbolê hat lidarxistin û ev tişt anîn zimên:
"Civîna ku li Stenbolê hat lidarxistin gelekî girîng e. Komîteya Stratejî, Siyaset û Leşkerî ji bo avêtina gava ewil û berbiçav a vê hevpeymaniyê civiya.
Mijarên teknîkî yên wekî pîşesaziya parastinê, perwerdeyên leşkerî û parvekirina derfetan hatin gotûbêjkirin.
Gelek kêm welat hene ku bi eşkereyî bertek nîşanî vê hevpeymaniyê didin lê yên ku bi dizî aciz in hene.
Bi taybetî hevsengiya Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiyeyê rexnekirina eşkere ya gelek aktoran zehmet dike.
Ev hevpeymanî, ji bo aramî û ewlehiya li herêma me hatiye avakirin."
F-35 û S-400
Erdogan pêvajoyên dîplomatîk ên di pîşesaziya parastinê de jî nirxandin û destnîşan kir ku Tirkiye dê ji projeyên xwemalî tawîzan nede û got:
"Me bi Birêz Putin re her mijara di rojeva me ya dualî de gotûbêj kir. Dan û standinên me yên derbarê tevlîbûna Tirkiyeyê ya di bernameya F-35ê de dîsa didomin.
Em difikirin ku bi temambûna pêvajoyên li Amerîkayê re ev mesele dê li pey bimîne.
Lê belê dema em van hemû hewldanên dîplomatîk dimeşînin em dev ji projeya KAANê (balafira şer a Tirkiyeyê) bernadin.
Em sîstemên xwe yên parastina asmanî bi pêş dixin. Berevajî vê em vebijêrkên Tirkiyeyê zêde dikin."



