Hewlêr (Rûdaw) - Di demsala havînê de û bi bilindbûna pileyên germahiyê re, bijîşkê çavan Dr. Ebubekir Kawanî hişyariyê dide.
Li gorî Dr. Ebubekir Kawanî tîrêjên rojê û bi taybetî tîrêjên ultraviyole (UV) zerereke demdirêj didin çavan.
Pisporê Nexweşî û Neştergeriya Çavan Dr. Ebubekir Zahir Kawanî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku tîrêjên rojê yên ultraviyole dikarin zererê bidin çermê derdora çavan û korneayê.
Dr. Ebubekir Zahir Kawanî destnîşan kir ku ev tîrêj dibin sedema goştê zêde û ava spî ya çavan û ev yek jî bandorê li retînayê dike.
Li gorî şîretên vî bijîşkî, rêyên herî baş ên ji bo parastina çavan a di germahiyê de ev in:
· Divê berçavkên rojê werin bikaranîn ku ji sedî 100 tîrêjên ultraviyole vedigerînin.
· Karker û ew kesên ku zêde li ber rojê dixebitin, divê şewqeyan bidin serê xwe.
· Di navbera saet 10:00 û 16:00an de heger gelekî pêwîst nebe dernekevin derve. Di van demjimêran de tîrêjên rojê di asta herî bihêz de ne.
Hişkbûna çavan û avjenî
Dr. Ebubekir Kawanî li ser hişkbûna çavan jî agahî dan.
Kawanî anî ziman ku germa havînê çavan zû hişk dike û ev rewş bi taybetî bandorê li wan kesan dike ku nexweşiya hişkbûna çavan bi wan re heye.
Ji ber vê yekê divê mirov ava zêde vexwe û keskahî û xwarinên ku bi Omega 3yê dewlemend in bixwe.
Kawanî her wiha diyar kir ku dema pêwîst be mirov dikare dilopên rondikên çêkirî (sûnî) bi kar bîne ku ev madeyeke bêzerer e û mirov dikare bêyî şêwira bijîşkan jî bi kar bîne.
Kawanî li ser avjeniya li ber rojê jî hişyarî da û got:
"Dibe ku di ava gol û hewzan de bakterî, vîrus an jî madeyên kîmyayî hebin û zererê bidin çavan.
Ji ber vê yekê baş e ku mirov di bin avê de çavên xwe veneke û di dema avjeniyê de berçavkên avjeniyê bi kar bîne."
Dr. Ebubekir Kawanî di dawiyê de destnîşan kir ku piraniya zererên tîrêjên rojê yên wekî goştê zêde, ava spî yan jî bandora li ser retînayê, piştî ku çêdibin pêwîstiya wan bi emeliyat an jî tedawiyê heye.



