Amed (Rûdaw) - Mihemed Kaçmazê 30 salî yê ji gundê Bêdwana Jêrîn a navçeya Çêrmûgê ya Amedê, ji ber nexweşiya "perperokan" ti carî neçûye dibistanê.
Lê wî di nav çar dîwarên odeya xwe de sînorên cîhanê derbas kirin.
Mihemed li malê bi tena serê xwe fêrî xwendin û nivîsandina Tirkî û pişt re jî fêrî Îngilîziyeke bêqisûr bûye.
"Dixwaze bigihîje doktorên cîhanê"
Nexweşiya wî ya çermî ku navê wê yê zanistî “Epidermolysis Bullosa” ye, rê neda wî ku wekî hevalên xwe biçe dibistanê.
Armanca wî ya sereke ya fêrbûna Îngilîziyê ew e ku li ser nexweşiya xwe lêkolînên cîhanî bike û xwe bigihîne bijîşk û şirketên dermanan ên li Ewropa û Amerîkayê.
Çîroka Mihemed Kaçmaz çîroka berxwedan û têkoşîneke bêsînor e.
Ew niha piştî 30 salan dixwaze Wezareta Tenduristiyê alîkariya wî bike da ku tedawiya herî bipêşketî ya li cîhanê bigihîje wî.
"Ji ber zewacê ye"
Li pişt vê berxwedan û serkeftina Mihemed kedeke mezin a malbatê heye.
Dê û bavê wî 30 sal in her roj bi sebir pansûmana Mihemed dikin û mil didin têkoşîna wî.
Bavê wî Enûş Kaçmaz da zanîn ku ev nexweşî ji ber zewaca pismam û dotmaman e û wiha axivî:
“Ez û birayê xwe hevlingê hev in. Em bi dotmamên xwe re zewicîne. Em diçin cem doktoran û dibêjin ev nexweşî ji ber zewaca xizmtiyê ye.
Di heman demê de 3 zarokên birayê min jî ji ber vê nexweşiyê mirin. 40 sal berê kurê min ê ji Mihemed mezintir jî ji ber vê nexweşiyê mir.
Em ji Wezareta Tenduristiyê alîkariyê dixwazin. Çare li ku be, êdî li Amerîka, Awistralya, Almanya yan li Ewropayê be, em dixwazin bibin alîkar.”
"Birînên wî hemû bi xwîn in"
Dayîka wî Reyhan Kaçmazê jî behsa zehmetiyên mezin ên xwedîkirina wî kir û anî zimên:
“Ji roja ku ji dayîk bûye wiha ye. Êşa wî, cil û paçên wî hemû bi xwîn û kêm in. Berê makîne tunebûn, min hemû cil bi destan dişûştin.”
Dermanekî nû derketiye
Pispor diyar dikin ku di şertên îro de tedawiyeke teqez a vê nexweşiyê nîne û bijîşk tenê ji bo konfora jiyana nexweşan hewl didin.
Lê belê Doç. Dr. Hamza Aktaş destnîşan kir ku li Amerîkayê li ser dermanekî nû tê xebitîn û got:
“Li Amerîkayê ji bo vê nexweşiyê tedawiyên nû derketine. Derman çêkirine ku wekî dilopan in.
Dema wan dilopan berdidin ser birînan, di nav 3-4 mehan de ji sedî 60-70yî wan birînan pak dikin.”
Li gorî amaran, li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 2 hezar, li Amedê jî derdora 200 nexweşên bi vê nexweşiyê hene û her yek ji wan wekî Mihemed çîrokeke berxwedanê dinivîse.


