Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke li Danîmarkayê eşkere kir ku ew ciwanên bi şevan baştir û zêdetir radikevin, roja din asta şekirê di xwîna wan de cîgirtir e û kêmtir bilind û nizm dibe.
Lêkolerên li Zanîngeha Kopenhagê ya Danîmarkayê, 2 hefteyan çavdêriya 206 ciwanên 18 salî kir.
Beşdaran ji bo pîvandina liv û tevgerê û xewê demjimêrên zîrek xistibûn destê xwe.
Her wiha amûra pîvandina berdewam a şekirê xwînê jî bi wan re bû.
Derket holê ku dema xewa beşdaran dirêjtir bûye, roja din asta şekirê xwîna wan cîgirtir bûye.
Her wiha ew kêmtir rastî bilindbûna ji nişka ve ya şekirê xwînê hatine.
Pêwendiyeke dualî ye
Serperiştyarê lêkolînê yê li Zanîngeha Kopenhagê Dr. David Horner diyar kir:
"Çi qasî asta şekirê xwîna beşdaran bi roj cîgirtir bûya, wan şeva din xeweke dirêjtir dikir.
Ev pêwendiyeke dualî ye û tiştekî nû ye."
Dr. David Horner destnîşan kir, dibe ku ev yek sûdbexş be û li pey çû:
"Ji ber ku hinekî bilindbûna şekirê xwînê ya serê sibehê dibe alîkar ku xwesteka xwarina şîrîniyan kêm bibe.
Bi vê yekê jî dibe alîkar ku şekirê xwînê bi dirêjahiya rojê cîgir bimîne."



