Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolerên Zanîngeha Chicagoyê ya Amerîkayê eşkere kir ku xwesteka seksê ya kesên ku kêm radikevin lawaz e.
Her wiha bi derbasbûna demê re û berdewamiya vê yekê, xwesteka wan lawaztir dibe.
Encamên lêkolînekê ku ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Chicagoyê ve hatiye kirin û di Kovara Komelgeha Bijîşkî ya Amerîkayê (JAMA) de hatiye weşandin, vê yekê piştrast dike.
Li gorî encaman, kêmbûna xewê ya ji bo hefteyekê, asta hormona testosteronê ya mêrên tendurist bi rêjeya ji sedî 10 heta 15an daxistiye.
Faktorên din jî hene
Lêkoleran diyar kir ku têkçûna xewê dibe ku li cem hinek kesan bibe sedema pirsgirêkên performansa seksê lê ev ne faktora yekane ye.
Li gorî lêkoleran, gelek faktorên din ên tenduristî û derûnî jî tevlî vê rewşê dibin.
Lêkolîn destnîşan dikin ku belavbûna bala mêjî, lawaziya hûrbûnê û mijûlbûna berdewam a bi amûrên dîjîtal re, dikarin bandorê li amadebûna mêjî û tevlîbûna derûnî ya pêwîst a ji bo bersivdana asayî ya seksê bikin.
Navenda Tenduristiya Seksê ya Hawaiiya Amerîkayê ragihand ku emr, nehevsengiya hormonan, stresa derûnî, hinek cureyên dermanan û çend nexweşiyên taybet dibin sedema lawaziya şiyan û xwesteka seksê.
Heman navendê ji bo zêdekirina xwesteka seksê çend xwarin pêşniyar kirin.
Li gorî pêşniyara navendê xwarinên wekî tûreşk, tûfiringî, avokado, behîv, hêk, darçîn, bacanên sor, sêv, keskatî, gêlaz û zebeş xwesteka seksê zêde dikin.



