Stenbol (Rûdaw) - Di Lîga Super a Tirkiyeyê de maçeke balkêş hat lîstin û tîma Amedspora Bakurê Kurdistanê li Stenbolê li hemberî Galatasarayê derket qadê.
Galatasarayê di vê maça ku 7 gol tê de hatin avêtin de 4-3 zora Amedsporê bir.
Amedsporê tevî ku destpêka maçê 3-0 li paş ma jî dev ji têkoşînê berneda û encam heta xulekên dawiyê kir 4-3.
Bi vê encamê re Galatasarayê puanên xwe derxistin 28an û lîdertiya xwe parast.
Amedspor jî di 23 puanan de ma û di rêza duyem a lîgê de cih digire.
"Amedspor ji bo me rûmet e"
Alîgirên Amedsporê li Stenbolê stadyum hejand û tîma xwe bi tenê nehîşt.
Alîgira Amedsporê Aynur Demîrê got:
"Em li Stenbolê dijîn. Em ji bo nasnameya xwe, zimanê xwe û tîma xwe li vir in."
Alîgirê bi navê Mazlum Artiran jî anî zimên:
"Amedspor ji bo me ne tenê tîmek e, ew ji bo me nasname û rûmet e.
Loma em piştgiriyê didin tîma xwe û em serkeftinê dixwazin."
Amedspor ji Amedê bi rê ket û li Stenbolê ji aliyê hezkiriyên xwe ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Tevî ku tîma kesk û sor bi 3 puanan venegeriya jî li hemberî lîderê lîgê serê xwe netewand û heta dawiya lîstikê li ber xwe da.
"Belkî em têk çûn lê ya rast em bi ser ketin"
Alîgira Amedsporê Xezal Ozdemîrê got:
"Hêviya me ew e ku Amedspor bi ser bikeve.
Ev tîma me Kurdan e. Em dixwazin deng û rengê xwe bilindtir bikin."
Alîgira Galatasarayê Berfîn Candanê jî piştgirî da Amedsporê û got:
"Ez alîgira Galatasarayê me lê dixwazim Amedspor bibe şampiyon.
Ez îro alîgira Amedsporê me."
Galatasarayê nîvê yekem ê maçê 2-0 li pêş qedand.
Di nîvê duyem de Amedsporê zexteke mezin xist ser qeleya hevrikê xwe û 3 gol avêtin lê maç 4-3 bi dawî bû.
Alîgirê Amedsporê Azad Altin li ser encama maçê got:
"Maçeke pir xweş bû. Em li vir jî şêr in û li bajarê xwe jî şêr in, em li her derê şêr in.
Encam pir bi dilê me bû û me têkoşîneke baş da. Hefteya bê em dê li Amedê bin."
Alîgirê bi navê Şivan Demîrcî jî got:
"Belkî em têk çûn lê ya rast em bi ser ketin."
Alîgirên Galatasarayê pesnê Amedsporê da
Alîgirên Galatasarayê jî heqê têkoşîna Amedsporê da û pesnê lîstika tîma mêvan da.
Alîgirê Galatasarayê Tuncay Erdogan li ser maçê got:
"Pêşbirkeke dijwar bû. Amedsporê lîstikeke pir xweş û bibandor nîşan da.
Tevî ku encam bû 3-0 jî wan dev ji lîstikê berneda."
Alîgirekî Kurd ê Galatasarayê yê bi navê Suleyman Bîtlîslî jî da zanîn ku dilê wî her çi qas bi Amedsporê re be jî ew alîgirê Galatasarayê ye û anî zimên:
"Ez xelkê Bedlîsê me û li Stenbolê mezin bûme.
Me çavê xwe vekir Galatasaray hebû. Amedspor jî li ser seran û li ser çavan e, di dilê me de ye."
Amedspor êdî li benda maça rovanşê ye ku di nîvê duyem ê demsalê de, 11ê Nîsana 2027an li Stadyuma Diyarbekirê Galatasarayê bike mêvan.

.jpg&w=3840&q=75)

