Hewlêr (Rûdaw) - Di maçeke dîrokî, mezin û balkêş de, tîma Amedsporê ya Bakurê Kurdistanê li hemberî Galatasarayê dilîze û ji bo gihîştina lûtkeya rêzbendiya Lîga Super a Tirkiyeyê rikeberiyê dike.
Di rikeberiyên hefteya 11an a Lîga Supera Tirkiyeyê de, îro êvarê saet 19:00an Amedspor li Stenbolê li derveyî qada xwe dibe mêvana tîma Galatasarayê.
Yek ji van tîman yekema rêzbendiyê ye û ya din jî di rêza duyem de cih digire.
Amedsporê amadehiyeke zêde ji bo vê maçê kiriye.
Tîm di rewşeke derûnî ya gelekî baş de ye û dixwaze sûdê ji vê derfeta dîrokî wergire.
Amedspor dixwaze di yekem rûbirûbûna xwe ya li gel tîma herî mezin a Tirkiyeyê de bi ser bikeve û sê pûanên dîrokî wergire.
Eger tîma kesk û sor vê yekê pêk bîne, dê hilkişe lûtkeya rêzbendiya lîgê.
Tîma Bakurê Kurdistanê her 3 maçên xwe yên dawî li ser hev birine.
Di vê demsalê de ast û encamên Amedsporê hemû kes matmayî hiştiye, tevî ku demsala wê ya yekem e ku di Lîga Super de dilîze.
Amedspor niha tenê bi 2 pûanan li pey Galatasarayê di rêza duyem a Lîga Super de ye.
Tîm dixwaze îşev li derveyî qada xwe rikeberiyê li ser wergirtina lûtkeya rêzbendiyê bike.
Galatasarayê di vê demsalê de tenê maçek li derveyî qada xwe li hemberî Trabzonsporê daye dest û ji xeynî wê ti têkçûneke wê nîne.
Amedspor li pey nivîsandina dîrokê ye û dixwaze bibe yekem tîm ku di vê demsalê de li stadyuma Galatasarayê bi ser dikeve.
Amarên beriya maça lûtkeyê
Galatasaray tîma herî bihêz a vê demsala Lîga Super e.
Vê tîmê di 10 maçên borî de 8 serkeftin bi dest xistine, di maçekê de wekî hev maye û di maçekê de jî têk çûye.
Lîstikvanên tîmê 23 gol tomar kirine û 12 gol jî xwarine.
Niha Galatasaray xwediyê 25 pûanan e û di rêza yekem a Lîga Super de ye.
Galatasaray di vê demsalê de li stadyuma xwe ti maç wenda nekiriye.
Amedsporê di vê demsala Lîga Super de 10 maç lîstine: Di 7 maçan de bi ser ketiye, di 2 maçan de wekî hev maye û maçek jî li hemberî Kocaelisporê daye dest.
Tîma kesk û sor di Lîga Super de xwediyê xeta herî bihêz a êrişê ye.
Lîstikvanên Amedsporê di vê demsalê de 25 gol tomar kirine ku ji hemû tîmên din zêdetir e û 11 gol jî xwarine.
Niha tîma Bakurê Kurdistanê bi 23 pûanan di rêza duyem de ye û bi serkeftina maça îro dê derkeve lûtkeya rêzbendiyê.
Du lîstikvanên sereke li qadê nabin
Di maça îşev a navbera Galatasaray û Amedsporê de, du lîstikvanên diyar û bibandor ên her du tîman beşdar nabin û alîgir ji dîtina wan bêpar dimînin.
Ji tîma Amedsporê êrişber Samuel Ballet beşdar nabe, di maça borî de karta sor wergirtibû û ji ber wê sê maçan hat cezakirin.
Ballet di maça borî de li hemberî Eyupsporê hat-trick kiribû û rêberiya tîma xwe kiribû bo serkeftinê.
Wî lîstikvanî di vê demsalê de 4 gol û asîstek tomar kiriye lê îşev nalîze.
Di refên Galatasarayê de jî stêrk û golkarê tîmê Victor Osimhen ji ber birîndarbûnê beşdarî maçê nabe.
Osimhen di vê demsala Lîga Super de xwediyê 9 gol û 3 asîstan e û yek ji stêrkên herî diyar ên lîgê ye.
Ew nikare di vê maça girîng de alîkariya tîma xwe bike.
Her wiha lîstikvanê xeta parastinê yê tîma Tirk Abdulkerim Bardakci jî beşdarî vê pêşbirkê nabe.
Golkerê Lîga Super stêrkeke Amedsporê ye
Stêrkê Nîjeryayî yê Amedsporê Gift Orban golkerê vê demsala lîga Tirkiyeyê ye.
Ev demsala wî ya yekem e ku di nava tîmê de dilîze lê bi asteke gelekî bilind derdikeve pêş.
Orbanê 24 salî di vê demsala Lîga Super de di hemû maçan de lîstiye û bi forma Amedsporê 9 gol tomar kirine.
Ew li gel Osimhen di serê rêzbendiya golkaran de ye û îşev derfeteke wî ya mezin heye ku golên xwe zêdetir bike û bi tena serê xwe di lûtkeyê de bimîne.
Wî her wiha 4 pasên golê jî dane, ango rasterast di çêkirina 13 golan de cih girtiye ku di vê demsalê de di nav hemû lîstikvanan de amara herî bilind e.
Bihayê bazarê yê her du tîman
Beriya maça îşev, bihayê bazarê yê pêkhateya Amedsporê 31,85 milyon euro ye.
Êrişberê Nîjeryayî Gift Orban bi bihayê 7 milyon euroyan lîstikvanê herî biha yê Amedsporê ye.
Li aliyê din, bihayê bazarê yê pêkhateya Galatasarayê 381,50 milyon euro ye ku dike nêzîkî 12 qatê bihayê tevahiya Amedsporê.
Ew tîmeke dewlemend a Tirkiyeyê ye û di vê demsalê de di Lîga Şampiyonan a Ewropayê de dilîze.
Victor Osimhen lîstikvanê herî biha yê wê tîmê ye û bihayê wî li bazara lîstikvanan digihîje 65 milyon euroyan ku ev reqem bi tena serê xwe du qatê bihayê hemû pêkhateya Amedsporê ye.




