Amed (Rûdaw) – Tîma Amedsporê beriya maça xwe ya bi Galatasarayê re, li Koşka Esma Sultanê ya li taxa Ortakoyê ya Stenbolê ji bo piştgiriyê şevek li dar xist.
Ev şev bi armanca dabînkirina piştgiriyê ji bo tîmê û bihêzkirina hevgirtinê hat lidarxistin û ji çapemeniyê re girtî bû.
Tîma kesk û sor Amedspor ku bi serkeftinên xwe di pêşbirka şampiyoniya Lîga Super a Tirkiyeyê de bûye yek ji tîmên sereke, di şeva piştgiriyê de 150 milyon lîre berhev kir.
Gelek kesayetiyên navdar beşdarî şeva piştgiriyê bûn.
Amedsporê şeva borî li Stenbolê li Qesra Esma Sultanê şeveke piştgiriyê li dar xist.
Hunermend Rojda û Mikaîl Aslan di şevê de derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Li gorî agahiyên ku Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak bi dest xistine, derdora 320 kesî di vê şevê de amade bûn.
Di şevê de nêzîkî 150 milyon lîreyên Tirkî hatin berhevkirin ku ev jî dike derdora 3 milyon dolarî.
Her wiha lêçûnên şeva piştgiriyê jî derdora 16 milyon lîreyên Tirkî (nêzîkî 320 hezar dolarî) bûn.
Ji bo beşdariya şevê ji her kesekî 500 hezar lîre hat wergirtin lê hinek beşdaran heta 3 milyon lîreyî jî alîkarî da tîma xwe.
Karsazên Kurd beşdar bûn
Di şevê de hejmara zêde ya karsazên ji Amedê bal kişand lê ji bilî wan gelek karsazên Kurd ên ku li Stenbolê dijîn jî beşdarî şeva piştgiriyê bûn.
Ji siyasetmedar Ahmet Turk heta Birêvebirê Partiya Jinûve Refahê Halîs Kahrîman, ji lîstikvan Ferît Kaya heta fenomen û karsazê ji Agiriyê Îbrahîm Tîlaver (Ebo) gelek kesayetiyên navdar di şevê de amade bûn.
Birêvebirên Amedsporê ji bo her kesê ku beşdarî şevê bû bilêteke maça Amedspor û Galatasarayê diyarî kir.
Maça Amedspor û Galatasarayê îro saet 19:00an li Stadyuma Rams Parkê ya Stenbolê tê lîstin.




